Zînet Dînçer: Ti komkujî nikarin rê li ber azadiya Kurdan bigirin

17-03-2017
RÛDAW
Rêvebera Navendî ya PAKê Zînet Dînçer
Rêvebera Navendî ya PAKê Zînet Dînçer
Nîşan Bakurê Kurdistanê PAK PSK HAK-PAR KCD DBP Kîmyabarana Helebce
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê DBP, HAK-PAR, PAK û PSKê di 29emîn salvegera komkujiya Helebceyê de şehîdên Helebceyê bi bîr anîn û komkujî şermezar kirin. Partiyên li Bakur xwestin Helebce di qada navneteweyî de weke jenosîd bê naskirin. Hin partiyan banga yekitiyê li kurdan kir û hin partiyan jî dan zanîn ku tu komkujî dê nikaribin pêşiya azadiya kurdan bigre. 

 

Li Bakurê Kurdistanê navenda çalakiyên bîranîna Helebceyê Amed bû. Partiyên li Bakurê Kurdistanê di 29emîn salvegera komkujiyê de xwestin di qada navneteweyî de Helebce weke jenosîd bê binavkirin. 

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir, ku dê tu komkujiyek nikaribe pêşî li ber azadiya kurdan bigre. 

 

Rêvebera Navendî ya PAKê Zînet Dînçer li ser bîranîna kîmyabarankirina Helebceyê di 29 sal berî niha de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Doza Azadiya Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebceyê û enfalan, ne jî yên vê dawiyê li dar ketine, nekarîn pêşiya azadiya kurdan bigire”. 

 

Çalakiyek jî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li dar xist. Li avahiya partiyê mûm hatin pêxistin û wêneyên şehîdên Helebceyê hatin bilindkirin. Rêveberên HAK-PARê bal kişandin ku ger dewleta kurdan hebûya dê ev komkujî pêk nehatana. 

 

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re diyar kir, ku komkujiya li Helebceyê cenosîda li hember Kurdan bû.

 

Refîk Karakoç got:“Bûyer jenosîd e. Derheqê vê jenosîdê de divê di dadgehên navneteweyî de biryara cezakirina van kesan bide, ew kesên ku komkujî kirine, biryara wê dane û yên li pişta wan jî divê bêne cezakirin”. 

 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re merasimeke bîranînê li dar xist. Rêveberên KCDê jî dan zanîn ku pêşîlêgirtina komkujiyan encax bi yekitiya kurdan mimkun e. 

 

Hevseroka KCDê Leyla Guver ji Rûdawê re axivî û got: “Em dîsa bi munasebeta roja îro ku em qetlîama hovane şermezar dikin, em dixwazin li her çar perçeyên Kurdistanê îtifaqa kurdan pêk were û kongreya neteweyî pêk bê”. 

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî pankartekî mezin bi avahiya xwe ve kir û peyama ku dê Helebceyê nedin jibîrkirin da. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst