Fuad Hisên: Helebce sembola berxwedanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ragihand, Helebce sembola berxwedana gelê Kurdistanê ye.

 

Fuad Hisên ji Rûdawê re axivî û aşkera kir, Komkujiya Helebceyê sembola berxwedana xelkê Kurdistanê ye.


Hisên destnîşan kir, ku êrîşa kîmyayî ya li dijî Helebce, li cîhanê bûye sedema nasîna rewşa kurdan û got: “Cîhan ji ber vê karesatê, agahdar bûn ku kurd li hember zilm û zordariyên çawa rû bi rû dimînin.”

 

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Ceifer Emînkî jî got: “Ji bo ku Helebce bibe bajarê jiyana hevpar û pêş bikeve, pêwîstiya wê bi piştgiriyeke cidî heye.

 

Di 16ê Adara 1988ê de dîktatorê Iraqê Sedam Hisên bi çekên kîmyayî li Başûrê Kurdistanê bajarê Helebceyê bombebaran kiribû. Ji ber wan êrîşan piraniya wan zarok û jin herî kêm 5 hezar kes şehîd bûbûn, bi hezaran kes jî birîndar bûn.