Helebce- 8 term li Goristana Şehîdan tên zêdekirin

16-03-2015
RÛDAW
Helebce
Helebce
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw)- Biryar e, îro termê 8 şehîdan bo bajarê Helebceyê werin veguhastin, ku sala 1988 di kîmyabarana wî bajarî de şehîd bibûn û li ser sînorê Îranê hatibûn veşartin.

Îro 16ê Adarê ye. 27emîn salvegera kîmyabarana rejîma Iraqê li ser bajarê Helebceyê ye, ku tê de bêtirî 5 hezar mêr, jin, zarok, kal û pîr bûn qurbanî.

Par di meha Cotmehê de, 8 termên şehîdên wî bajêrî ji aliyê tîmeke Wezareta Jîngehê û Wezareta Şehîdan ve li navçeyên sînorê hatin dîtin.

Piştî pêkanîna pişkinîna DNA ji wan terman re, derket ku her 8 bi xaza Xerdelê jehrî bûne û piştre jiyana xwe ji dest dane.

Helebce îro pêşwazî li termên wan 8 şehîdan dike û li Goristana Şehîdan tên veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst