Hêjmara birîndarên kampa Domiz gihişt 40 kesî

16-03-2013
SAKAR EBDULLAZAD
Nîşan Kampa Domiz
A+ A-

Sakar Ebdullazade


Dihok (Rûdaw) – Berî demekê ji ber bahoza zêde agir bi çend çadirên penaberên rojavayê Kurdistanê yên li kampa Domiz ket û di encamê de nêzî 40 kesî rewaneyî nexweşxaneyê hatin kirin.

Endamê komîteya rêveberiya kampa Domiz Berzan Behram di vê derbarê de ji Rûdawê re got: "Ji ber bahozê bi dehan çadir ketin xwar û agir bi çend çadiran ket. Ji ber wê sedemê jî nêzî 40 welatî şewitîne."

Berzan Behram wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Birîndar ji bo nexweşxaneya Domiz (Nexweşxaneya Almanî) û Nexweşxaneya Azadî hatine veguhestin. Piraniya birîndaran jin û zarok in."

Kampa Domiz 30 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Dihokê. Navenda serekî ya komkirina penaberên rojavayê Kurdistanê ye û hêjmara rûniştvanên wê zêdetirî 55 hezar kesî ye.

Beşek zêde ya penaberên kampa Domiz di nava çadiran de dijîn û berî niha jî agir bi çadirên wan ketibûn.

Berpirsê ragihandina rêveberiya kampa Domiz Salim Seîd berî niha ji Rûdawê re gotibû: "Li kampa Domiz 20 hezar û 80 xanî ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê hatine dirûstkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst