Galeriya wêneyan

16-03-2013
20 Photos
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak

Maşallah Dekak


Amed (Rûdaw) – Bi hezaran kes li Amedê ji bo şermezarkirina Komkujiya Helebceyê meşeke bi meşale li dar xistin. Di meşê de beşdaran kefen li xwe kir û ji bo bîranîna qurbaniyan mûm vêxistin. Dengê strana Şivan Perwer a Helebceyê jî di haporloran de li kolanên Amedê deng veda.

Platforma Helebceyê ku ji nûner û endamên KCD, BDP, KADEP, OSP, Însiyatîfa Azadî ya Kurdistanê, DDKD û Komeleya Diyalogê ya Dîcle Firatê pêk tê, ji bo bîranîna Helebceyê meşeke bi meşale li dar xist. Meş ji ber Plazaya AZC’ê dest pê kir û heta Parka Koşuyoluyê berdewam kir. Hin beşdaran ji bo şermezarkirina komkujiyê kefen li xwe kirin. Di meşê de tim dirûşmên “Duh Helebce Îro Roboskî”, “Helebce nayê jibîrkirin”, “Berxwedan têkoşîn riya me riya şehîdan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di meşê de sînevîzyonek ku dîmenên qurbaniyên Helçepê tê de bûn û strana Şivan Perwer “Helebce” dihate xwendin, ji beşdaran re hate nîşandan. Di dema sînevîzyonê de gelek kesî rondikên çavan barand. Li ber Bîrdariya Mafên Mirovan jî mûm hatin vêxistin û qurbaniyên Helebceyê hatin yadkirin.

Li ser navê beşdaran Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut daxuyaniya hevpar xwend. Zumrut, bal kişand ku di dema komkujiya Helebceyê de bombeyên gazê li ser riyên çûn û hatinê jî hatine barandin û di encamê de 5 hezar kurd hatine qetilkirin. Zumrut, bi bîr xist ku bi hezaran kurd birîndar bûne û hê jî li Helebceyê ji ber kîmyabaranê zarok seqet têne dinyayê. Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, destnîşan kir dewletên kurd bindest kirine li her derê Kurdistanê komkujiyên xwe dewam kirine û herî dawî jî li Roboskiya Qilebana Şirnexê 34 kurd bi balafirên şer hatine qetilkirin. Zumrut, banga yekitiya neteweyî li kurdan kir û xwest hemû kurd di vê sedsalê de helwesteke neteweyî nîşan bidin.

Komkujiya Helebceyê li 33 bajêran ji aliyê BDP’ê ve bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hate şermezarkirin. Navenda Giştî ya BDP’ê ji bo bîranîna Helebceyê giştînameyek ji rêxistinên xwe yên bajêr re şandibû û xwestibû li cihên birêxistinkirî Helebce bê bibîranîn.