Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Heyeta Îmraliyê bi dawî bû.
Serok Mesûd Barzanî saet 10:00an li Baregeha Barzanî ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Heyeta Îmraliyê pêşwazî kir.
Nûçegihanê Rûdawê Bextyar Qadir da zanîn, di hevdîtina ku saetek û 45 deqîqeyan berdewam kir de peyama Abdullah Ocalan a ji Serok Mesûd Barzanî re hat ragihandin.
Nêrîn û pêşniyarên Serok Barzanî yên li ser pêvajoyê hatin wergirtin.
Li ser naveroka hevdîtinê ti daxuyanî nehatin dayîn.
Heyeta Îmraliyê dê sibê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinekê bike û roja sêşemê jî biçe Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.
Di heyetê de Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
Pervîn Buldanê derbarê serdanê ji Rûdawê re gotibû ku ew dê di hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re peyamên rayedarên Herêma Kurdistanê ragihînin.
#WÊNE - Wêneyên hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Heyeta Îmraliyê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 16, 2025
📌 Civîn li Pîrmamê hat kirin pic.twitter.com/Q8F0Nxcjyg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse