Hewlêr (Rûdaw) – Li rêya Mûş-Çewlîgê berf û bahozê rê girt û 300 kes 5 saetan di nava berfê de man.
Di encama xebatên tîmên rizgarkirinê de, rê hat vekirin û 300 kes rizgar bûn.
Li kîlometreya 45an a rêya Mûş-Çewlîgê ji ber berf û bahozê 50 wesayît sekinîn û nêzîkî 300 kesî asê man.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Birêvebiriya Rêyan a 113an a Mûşê çûn cihê bûyerê.
Wan bi makîneyên xwe rê vekir û tîman xwarin ji kesên di wesayîtan de asî mabûn re birin.
Piştî 5 saetan wesayît ji berf û bahozê rizgar bûn.
Li aliyê din, li Erziromê jî ji nîvê şevê heta sibehê berf bariya û bahoz rabû.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê li nava bajêr û gundan xebatên xwe didomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse