Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li hemberî qeyûman nerazîbûn nîşan da û got, “Biryar bidin, çareseriya demokratîk an dijminahiya Kurdan?”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Wanê derbarê tayînkirina qeyûman û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da.
"Eger ev ne dagirkerî be, çi ye?"
Tuncer Bakirhan got, "Pêwîst nake ku em zêde biaxivin. Hûn li tedbîrên ku hatine girtin binêrin, gelo hûn dikarin bibêjin li vî welatî demokrasî heye?
Gelo hûn dikarin bibêjin Wan bajarekî vî welatî ye? Eger ev ne dagirkerî be, çi ye? Eger ev ne hiqûqa mêtingeriyê be, çi ye?"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê wiha axivî:
"Ez vê hişmendiyê şermezar dikim ku rê li ber hevdîtina me ya xelkê bi me re digire, ciwanan desteser dike û di navbera me û gelê Wanê de barîkatan ava dike.
Ev hişmendî 100 sal in li van axan hukim dike. Eger siyaseta înkarê ya ku we 100 sal in dimeşînin encam dabûya, ma dê Bekir Kaya, Nazmî Gur û Abdullah Zeydan hebûna?
“Dest ji van kiryarên faşîst berdin”
Dest ji van kiryarên yekalî û faşîst berdin. Gelê Wanê got, 'Hûn dikarin şaredariyê talanbikin lê ez ê di sindoqê de bi 14-0 hesab ji we bipirsim.'
Li şûna ku hûn ji vê dersê wergirin, hûn difikirin ku bi tayînkirina qeyûman gelê Kurd dê dest ji têkoşîna xwe berde? Hûn xelet in.
"Qeyûmê we demkî ye lê xelkê Wanê mayînde ye"
Wan ti carî destûrê nade neheqî, bêedaletî û bêrûmetiyê. Wan têk naçe, radest nabe û destûrê nade qeyûmên talanker û diz.
Qeyûmê we yê diz demkî ye lê gelê Wanê mayînde ye. Hûn dê herin û qeyûmên we yên ku dizî û gendelî kirine dê biçin.
Îradeya birûmet a gelê Wanê rojekê dê teqez bibe desthilat.
Ma hûn dibêjin Kurd nikarin siyasetê bikin, nikarin hilbijêrin, nikarin şaredariyê wergirin?
Hûn bi gulebarîna plastîk, cop û gazê, saet 2-3yên şevê wekî ku hûn bajarekî dewleteke biyanî dagir bikin û bi lêdanê û desteserkirinê nikarin wan ji doza me vegerînin.
"Em dê qet dest ji têkoşînê bernedin"
Em dê ji bo gelê xwe lêdanê jî bixwin û em dê bên kaşkirin û em dê bikevin girtîgehê û em dê rastî şkenceyê werin lê em qet dest ji têkoşînê bernadin.
Em xwe naçemînin û em nawestin. Ji ber ku doza vî gelî dozeke bi rûmet e.
Em dê ji bo ku ev doza bi rûmet bi aştiyeke demokratîk û mafên wekhev bi encam bibe, têkoşînê bikin, bi ser bikevin û xwedî li îradeya gel derkevin.
Abdullah Zeydan dizî û bêrûmetî nekiriye. Dozgerekî li ser fermanê sûcek îcat kiriye. Pisporê dozê çi gotiye? Birayê min sûceke wiha nehatiye kirin.
Cendirmeyan jî gotiye kesê behsa wî tê kirin neçûye cihê sûc.”
"Ocalan 26 sal in hewl dide derbasî qada siyasî bibe"
Bakirhan derbarê pêvajoya nû jî got:
“Ocalan 26 sal in bi israr hewl dide ji qada pevçûn û tundiyê derbasî qada siyasî bibe. Demeke nêzîk dê nexşerêyekê ragihîne.
Lê hûn çi dikin? Hûn çareseriyê dixwazin? Gelo hûn bi çareserkirina pirsgirêka Kurdan a bi rêyên demokratîk re ne?
Hûn dê bi vê destdanîna ser îradeyê çawa çareser bikin? Hûn dê bi vê dijminatiya Kurdan çawa bigihîjin aştiyê?
Di demekê de ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê dixebite hûn qeyûman tayîn dikin.
Aqilê xwe bînin serê xwe, mêrxas bin. Gelo hûn aştiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin, yan jî hûn dê dijminatiya Kurdan bikin, eşkere bibêjin em bizanibin.
Binêrin ez eşkere dibêjim. Ev dest aştiyê dixwaze, ev dest çareseriyê dixwaze. Ev dest dixwaze ku gelê Kurd îradeya xwe hilbijêre û bi îradeya xwe were birêvebirin.
Ev dest dibêje bila li şûna tundî û pevçûnê di qada demokratîk de em pirsgirêkan bi gotûbêj û diyalogê çareser bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse