Wan - 4 rojnamegerên desteserkirî hatin berdan

Kesên ku di avahiya şaredariya Wandê de hatibûb desteserkirin /Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 6 rojnamegerên ku di protestokirina qeyûman de hatibûn desteserkirin 4 ji wan hatin berdan.

Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 15ê Sibatê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hat dûrxistin û Parêzgarê Wanê Ozcan Balci li şûna wî wekî qeyûm hat danîn.

Piştî biryarê polîsan midaxeleyî kesên li ber û nav avahiya şaredariyê nobet digirtin kir û 219 kes desteser kir.

Di nav kesên desteserkirî de 6 rojnameger jî hebûn û îro 4 ji wan hatin berdan.

Lê kar û barên yasayî yên rojnameger Bîlal Babat û Behçet Bayhan û 28 kesên din berdewam in.

Rojnamegerên hatine berdan ev in: nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Guner û rojnameger Ruşen Takva û Medîne Mamedoglu.

Çi bûbû?

5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 11ê Sibatê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan birî.

Piştî ku cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê ji ber îhtimala danîna qeyûm li ber avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.