Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmeyê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.
Li gorî agahiyên ku di malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) de hatine weşandin, saet 02:24an li navenda Çêrmeyê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan rû daye.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 12,79 kîlometre ye.
Parêzgariya Çewlîgê ragihand ku di lêkolînên destpêkê yên qadê de ti zererên canî û malî nehatine tesbîtkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse