RAPORA ERDHEJÊ - Partiyên Kurdistanî çavdêrî û pêşniyarên xwe ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke hevbeş a Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) ku serdana herêmên erdhejê kirin, rapora lêkolînên xwe eşkere kirin. Di raporê de der barê herêmên erdhejê de çavdêrî û pêşniyar hatin kirin.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêzên 7,7 û 7,6 pile 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û zirareke mezin a canî û madî gihandin herêmê.

Vê erdhejê, deh bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijiyan da ber xwe ku piraniya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin,  hejmara kesên ku divê erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane ji 36 hezarî zêdetir in; hejmara  birîndaran jî zêdetirî 100 hezar kesî ne. Bi sedan hezar avahî jî rûxane.

Şandeke hevbeş a PSK, PAK, TDK-TEVGERê, ji bo tesbîtkirina rewşa heyî û pêwîstiyên wan herêmên ku erdhejê tesîreke gelekî mezin lê kiriye, wek Semsûr, Mereş, Hatay, Dîlok û Meletê û li navçeyên van bajaran, çar rojan li gel mexdûrên erdhejê û dezgehên sivîl hevdîtin kirin û lêkolînek kirin.

Piştî seredanên ku heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK û PAKê li herêmên erdhejê kirine, bi raporekê çavdêrî, agahî û pêşniyarên xwe belav kirin.

Partî û rêxistinên navborî diyar dikin ti şika wan jê tune ye ku, zerara rasteqînî ya canî û malî gelekî mezintir e ya ji hatî ragihandin û dibêjin: “Erdheja Mereşê wek felaketeke herî mezin a vê sedsalê tê pênasekirin. Eşkere ye ku, tesîra însanî, aborî, civakî, psîkolojîk, tenduristî û demografîk a vê erdhejê dê bi salan dewam bike.

Beriya her tiştî,  em bangî her Kurd û Kurdistaniyekî li her kujekî cîhanê dijîn dikin, da ku ji bo mexdûrên erdhejê  kampanyayên berfireh organîze bikin. Divê ev wek wazîfe û berpirsyariya me ya însanî û milî bê qebûlkirin. Herweha ji ber alîkariyên wan ên ji bo mexdûrên erdhejê, em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Weqfa Xêrxwaziya Barzanî, spasiya hemû dewletan, şaredariyan, partiyên siyasî û dezgehên sivîl û kesayetan dikin.”

Berdewama raportê ku têde çavdêrî û pêşniyarên şandê yên derbarê parêzgeh û navçeyan de hatiye kirin, wiha ye:

Semsûr

Heyeta me, li  Semsûrê, li wan gerekên ku di erdhejê da zerareke mezin dîtine geriyane, lêkolîn kirine, bi mexdûrên erdhejê, dezgehên sivîl û dezgehên xêrxwaziyê re, bi tîmên hawarhatina kesên ku di bin kavilan da ne, hevdîtinên berfireh kirin. 

Di van lêkolîn, hevdîtin û seredanan de diyar bû ku, ji %90ê avahiyan têk çûne, êdî dê nikaribin bêne bikaranîn. Erdhejê bi taybetî zerareke gelekî mezin gîhandiye gerekên Harhar, Yeşîlyûrt, Cumhûriyyet, Kayapinar û Yenîmahalleyê. Tê gotin ku, kolonên hinek avahiyan beriya erdhejê hatine birrîn û vê yekê jî avahiyên rûxayî zêdetir kiriye. Ji 1/3ê gelê Semsûrê bajarê xwe terk kirine; yên mayî jî di rewşeke gelekî zehmet da liberxwe didin da ku jiyana xwe berdewam bikin.

Dewlet, ji bo mirov ji bin kavilan bi saxî bêne derxistin jî, ji bo  rakirina kavilan jî gelekî dereng maye. Herwiha ji bo gihandina avê, xwarinê û cil û bergên zivistanê jî dereng maye û di bi cihanîna hewcedariyên mexdûran de gelekî lawaz maye. Mirov dikare bêje ku dewletê gel terkî qedera xwe kiriye. Ji ber van îhmalkariyan, ji ber dereng gihîştina tîmên hawarhatinê, ji ber di wexta xwe de û bi awayê pêwîst midaxele nehatiye kirin bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di veşartina cenazeyên qurbaniyan da jî gelek zehmetî hatine kişandin û van zehmetîna hîna jî berdewam in.

Li Semsûrê rewşeke kaotîk, bi her awayî bêserûberiyek heye. Ji bo ji bin kavilan bi saxî derxistina mirovan û ji bo  rakirina kavilan tu koordînasyon  û hemahengî di navbera dezgehên dewletê da tuneye.Bi hezaran mirov hîna jî bêyî çadir û konteyneran di wê serma û seqemê da dijîn. Bi herkesekî ra bêhêvîtiyeke mezin û li  her derê derê kaoseke berbiçav heye.

Em bi xwe jî şahid bûn ku, tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîka, Çîn, Bulgariya,Koreya Başûr û Macarîstanê li Semsûrê li ser kavilan di nav hewl û xebateke hêja û fedakarane da bûn ku, bikaribin mirovan ji bin kavilan sax der bixin an jî kesên ku jiyana xwe ji dest dabin jî bi ûsûl û rêbazên însanî ji bin kavilan derbîxin. Lê li gorî agahdariyên ku me wergirtin, ji ber ku di navbera rêvebir û berpirsyar û dezgehên dewleta Tirkiyê û van tîmên ku ji derva hatibûn de hemahengî û koordînasyonek rêk û pêk tune bû,  xebatên van tîmên ji derve hatibûn mixabin di asta ku pêwîst bû berhemdar nedibûn.

Di wê dema ku em li Semsûrê bûn, em pê agahdar bûn ku pêwîstiya nanî bi awayekî giştî hatiye çareserkirin û êdî di asteke baş de xwarin digihêje mexdûran.

Niha li Semsûrê pêwîstiyên sereke evin: Konteyner, tûwaletên mobîl, çadir, betaniye, beqliyat, firaxên xwarinê, derman, tupê xazê, sobe, komir, êzing, işildaq, pedê zarokan û jinan.

Li Kehta ya navçeya Semsûrê sê avahî rûxane û 70 kesî  jiyana xwe ji dest dane.

Tîmên hawarhatinê û alîkariyên pêwîst , xwarin û av gelek  dereng gihîştine gundên Kehtayê û gundên din.

Yek ji cîhên herî zêde ziyana canî çêbûye û avahî lê rûxane navçeya Golbaşi ya Semsûrê ye. Nifûsa Golbaşiyê 35 hezar e. Li Golbaşiyê nêviye avahiyan rûxane, yên mayî jî di wê astê da ne ku kes nikare lê rûne. Xeta fayê di nêva bajêr da derbas dibê û ev jî bûye sebep ku nêviyê bajêr têkbiçe. Rêya ku di nêva bajêr da derbas dibe jî tekiya ye, têk çûye.Di dema ku heyeta me li Golbaşiyê bû, gelê Golbaiyê bajar terk dikir û Gobaşi bibû bajarekî xeyaletê, wêran û vala.

Bazarcix a navçeya Mereşê navenda erdheja ewil bû ku bi şîdeta 7.7 rûda bû. Di vê navçeya ku nifûsa wê 60 hezar e, em dikarin bêjin yek avahiya ku saxleme nemaye. Bazarcix hema hema bi temamî vala bûye, yên ku karîbûne bajar terk kirine, kolan vala bûn. Malbatên qurbaniyên erdhejê ji me ra gotin ku wan gelek cenazeyên xwe bêyî kefen veşartine. Ew kes û dezgehên ku me ji wan agahdarî wergirtin, gotin ku li gundên Bazarcixê gelek kesan canê xwe ji dest dane. Li gundê Nacar a ku nifûsa wê 260 kes bûn, ji erdhejê bes 10 kes filitîne.

Em li navenda bajarê Mereşê bûn şahidê têkçûn û rûxandineke gelek mezin. Gelek tîmên hawar hatinê li ser kavilan dixebitîn. Di navenda Mereşê  da piraniya avahiyan xesareke mezin dîtine û dê kes nikare tê da bimînin. Piraniya xelkê Mereşê bajar terk kirine.

Nûrdagî, Islahiye, Kirikhan

Di erdheja Mereşê da sê navçeyên herî zêdetir zerar dît Nûrdagî, Islahiye û Kirikhan in.

Mirov dikare bêje ku navçeya Nûrdagi  ya Dîlokê hema hema nema ye. Tu avahiyeke saxlem tune bû. Hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ne.

Wan kesên ku em li navçeya Islahiyê ya Dîlokê bi wan re axiftin, gotin ku li gorî texmînên me, li Islahiyeyê  kesên ku canê xwe ji dest dane ji 20 hezarî zêdetir in. Li ser erdhejê hefteyek derbas bûye, lê hîna jî di bin kavilan da însan hene. Gelê Islahiyeyê di nav êş, xem, hêrs, bêhêvîtî û bêçaretiyeke mezin da ye.

Her çiqas di ragihandinê de zêde behsa navçeya Kirikhan a Hatayê nayê kirin jî, lê li vê navçeyê jî  zerareke mezin ya canî û malî heye.

Ji ber ku navçeyên Nûrdagi, Islahiye û Kirikhanê li ser xeta fayê ne, zerara canî û malî di asteke herî bilind da ye.Li gundên van her sê navçaya gelek kesdan canê xwe ji dest dane û hîna jî hinek cîhên ku kesî xwe negîhandiye hene. Ji berk u li ser rêya Nûrdaxi û Hetayê gelek rê têkçûne, di çûyin, hatinê da astengî û pirsgirêkên gelekî mezin peyda bûne.

Me li Islahiye û Nûrdaxiyê seredana hinek malbatên ku kesên wan di erdhejê da jiyana xwe ji dest dane kir û me sersaxî ji wan ra xwest.

Hatay

Bajarê ku di erdheja Mereşê da zerara herî mezin dîtiye Hatay e. Bajar bi temamî wêran bûye, xera bûye. Têkçûna li bajarê Hatayê di asteke tirsonek û xeter de ye. Ji ber ku bajar bi temamî têk çûye, li gelek cîhan rê hatibûn girtin, ne mimkun bû ku em xwe bigihînin gelek gerekên bajêr. Her derên bajêr bibû gora kavilan.

Ew kesên ku nuha li Hatayê mane, bi hêrs û xem û êşeke mezin li bendê ne ku merivên wan ên di binê kavilan da ne, sax an mirî bêne derxistin.

Heger em rastiya meseleyê bînin ziman; mixabin êdî bi navê Hetayê bajerek nemaye.Ew Hetay a ku bi pir rengî, pir kulturî, pir etnîtîseyî ya xwe ve tê nasîn, ew Hatay a ku bi dewlemendiya xwe ya kulturî û dîrokî tê zanîn; mixabin nuha di bin kavilên erdhejê da wenda bûye.

Dîlok (Entab)

Ew mexdûrên erdhejê û rêvbirên dezgehên sivîl ên ku li  Dîlokê em bi wan re axivîn, gotin li vî bajarî nêzikî 200 avahiyî rûxane û di 15 avahiyên ku rûxane da gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahdariyên heyî, heta nuha ji 1000î  zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di dema ku em li nav bajarê Dîlokê digeriyan, me dît ku bajar bi piranî vala bûye û gelek kesan bajar terk dikirin.

Meletiye

Me di seredana xwe ya li Meletiyê de, li gel mexdûrên erdhejê, rêvebirên dezgehên sivîl, dezgehên xêrxawaziyê hevdîtin kirin û me di derbarê encamên erdhejê û pêwîstiyên heyî de agahdariyên berfireh wergirtin.

Li gorî agahdariyên ku me ji berpirsên TMMOBê (Yekitiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan) wergirtine, li Meletiyê di deverên nêzî çiyayî û yên binê erdê wê xurt in , zerar kêmtir bûne; lê li deverên ku erdê wê sist e zerareke mezin çêbûye.

Nifûsa nav bajarê Meletiyê 600 hezar e. Heta nuha bi temamî 12 hezar çadir gihîştîne bajêr; lê pêwîstî bi kêmanî bi 100 hezar çadiran heye. Hîna jî hinek gundên ku kesî xwe negîhandiyê hene û gelek kes di binê wan kavilan da ne. Herwiha boriyê avê teqiyane û yên ava paqij û ava pîs têkel bûne, pirsgirêka ava vexwarinê jî li Meletiyê heye.

Li Meletiyê pêwîstiyên herî berbiçav,  çadir, konteyner, sobe, êzing, komir,beqliyat û av  in.

Nifûseke gelek mezin ji Meletiyê bar kirine û  hêjmareke gelekî kêm li Meletiyê mane.

Amed

Li Amedê di erdhejê da 350 kesan jiyana xwe ji dest dane. Gelek avahiyan xesareke mezin dîtine ku êdî kes dê nikaribe tê da bijî. Gelek kes ji Amedê ji bo nevçeyên dor û berê bar dikin. Yên ku xaniyên wan zerar dîtibin, li çadir, dibisten, holê sporê, mizgeft , dêr û holê dawetan da dimînin.

Bi xebat û kampanyayên dezgehên sivîl yên li Diyarbekirê , pirsgirêkên xwarinê, cîhên lê mayinê û cil û bergan gelekî kêmtir bûn.

Tespît û pêşniyarıyên me

A)Tespît û pêşniyariyên me yên ji bo demeke  kurt:

1.Ji roja rûdana erdheja Mereşê heta îro, pirsgirêka herî berbiçav ev bûye ku di navbera  dezgehên peywendîdar ên dewletê da koordînasyon û hemahengiyeke pêwîst pêk nehatiye. Beriya her tiştî divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.

2.Divê di demeke herî zû de, ji bo ku wan kesên di binê kavilan sax in an jiyana xwe ji dest dane, ji binê kavilan bêne derxistin.

3.Ji bo wan kesên  ji ber ku xaniyên wan zerareke mezin dîtîne, divê demildest cihên lêmayînê bêne tesbîtkirin û divê pirsgirêka wan a germkirinê bê çareserkirin.

4.Herwiha ji bo mexdûrên erdhejê divê bajarên ji konteyner û çadirên zivistanê ve pêk hatine bêne avakirin.

5.Hemû alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê tênekirin, divê bi awayekî adilane, li ser esasê wekheviyê û bi heqaniyet bêne belavkirin.

6.Ji bo rê li ber nexweşiyên ku yek ji yekî digirin bêne girtin, divê tedbîrên cidî bêne girtin.

7.Divê ji bo mexdûrên erdhejê xebateke berfireh a alîkariya psîkolojîk û civakî bê organîze kirin.

8.Divê hemû deynên mexdûrên erdhejê yên zerîbê û yên wek wê tune bêne hesibandin. Divê ji bo esnaf û karsazan krediyên demdirêjî bê dayin.

9.Ji bo ku her kesekî mexdûrên erdhejê  bikaribe jiyana xwe bidomîne, divê meaşekî di asta mehaneya herî kêm ji bo wan bê tesbît kirin.

10.Divê ji bo zarokan, kesên kêm endam û kesên ku temenê wan mezin in, kesên ku mihtacî alîkariyê ne,  bernameyên taybet ên alîkariyên tenduristî, fizîkî û derûnî bêne pêk anîn.

11.Li hemû deverên ku erdhejê lê rûdaya, divê hemû pêwîstiyên perwedeyê bêne  bicîh anîn.

12.Divê hemû xebat û bernameyên ji bo alîkariya erdhejê, bi koordînasyoneke li gel dezgehên sivîl, rêxistinên meslekî, sendîka, komeleyên mehelî û bi şaredariyan ra bêne organîze kirin.Divê dezgehên dewletê  girîngiyê bidin,  tecrube, zanîn û enrjiya van hemû aliyan û feydê ji wan werbigirin.

13. Hemû tedbîr û xebatên ku ji bo ava kirina bajaran û alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê xwe ji hişmendiyeke ku demografiya herêmê biguherîne dûr bixe.

B)Tespît û pêşniyariyên me yên ji bo demeke  demdirêj:

1.Tirkiye û Kurdistan, di herêma ku rîska erdhejê lê zêdeye de ne. Ji ber vê yekê jî divê hemû warên jiyanê (perwerde, aborî, zîraet, ava kirina bajaran, veguhestin û yên din...) li gorî vê rastiyê bêne avakirin, bên organîzekirin.

2.Ji bo ava kirina bajaran û bînasaziyê, divê stratejiyeke li gorî rastiya erdhejê û zanistê bê danîn.

3.Ji bo têgihîştina wate û tedbîrên erdhejê divê girîngiyeke taybet di bernameya perwerdeyê dabê bicîh anîn.

4.Em dizanin ku “Yê mirovî dikuje ne erdhej e; avahiyên ne li gorî prensîbên endazyarî hatine ava kirin mirovî dikujin.” Ji bo ava kirina avahiyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê ava kirin.

5.Ji bo pêkanîna şaristaniyeke bitendurist û hûnandina hişmendiya civakî ya di derbarê erdhejê da, beriya her tiştî divê têgihîştineke demokratîk û însanî bê ava kirin û ev jî  bi ava kirina atmosfer û bingeheke siyasî ve girêdayî ye.

6.Ji ber vê yekê jî, divê dev ji siyaset û kiryarên  antî demokratîk, dev ji gendelî, navendiya hişk û keyfî û totalîter bê berdan.

7.Ji bo ku Tirkiye û Kurdistan rû bi rûyî encamên xerab yên felaketa erdhejê nebin, beriya her tiştî divê gavên acîl yên ji bo sîstema ademî merkeziyetçiyê, ji bo rêveberiyeke demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.

8.Ji bo ku îmkanên madî û zanyariyên heyî ji bo  rêlibergirtina rîskên erdhejê bêne serf kirin û bajarên  ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew îmkanên ji bo şerî û çekan têne serf kirin bêne  rawestandin, dawî li şerî jî û li çalakiyên çekdarî jî bêne anîn; divê pirsa Kurd û Kurdistanê li ser esasê wekheviya du miletan, du welatan û bi pêk anîna azadiyê bê çareser kirin.Piştî ewqas tecrubeyên bi êş û xeman ve dagirtî, em dibêjin  em dikarin vê pêk bînin û divê em pêkbînin jî. 16.02.2023

PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê)

PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)