248 saetan piştî erdhejê jinek hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 248 saetan piştî erdhejê jinek a 17 salî bi navê Aleyna Olmez bi saxî ji bin kavilê avahiyeke hilweşiyayî hat derxistin.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêzên 7,7 û 7,6 pile 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û zirareke mezin a canî û madî gihandin herêmê. Li aliyekî din heta niha li beşeke herêma erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine rawestandin, lê li hin herêman hêj jî ew xebat berdewam in.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di encama kar û xebateke dijwar de Aleyna Olmez a 17 salî, 248 demjimêr piştî erdhejê, ji bin xirebayên avahiya Atabay ya Taxa Kayabaşi a Mereşê bi saxî derxistin.

Piştî midaxeleya destpêkê Olmez radestî tîmên tenduristiyê hat kirin û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.