Mereş: 258 demjimêran piştî erdhejê jinek hat rizgarkirin

16-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 258 demjimêr piştî erdhejê jineke bi navê Neslihan Kiliç bi saxî ji bin kavilan hat derxistin.

Di erdhejên bi hêzên 7,7 û 7,6 pile de ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di encama kar û xebateke dijwar de Neslihan Kiliç, 258 demjimêr piştî erdhejê, ji bin kavilên avahiya Ebrar a li Mereşê bi saxî derxistin. Piştî midaxeleya destpêkê Kiliç radestî tîmên tenduristiyê hat kirin û bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Li gor zanyariyan rewşa wê ya tendirûstî baş e.

Her wiha beriya Kiliç bi 10 demjimêran jî keçeke 17 salî ya binavê Aleyna Olmez li heman parêzgehê hatibû rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst