Li Amedê kesekî ku ji bo alîkariyê hatibû bi tawanê “madeyê hişbir” hat girtin

16-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku bi hinceta alîkariya mexdûrên erdheja 6ê Sibatê hatibû parêzgehê hat desteserkirin û bi tawanê firoştina madeyê hişbir hat girtin.

Li gor agahiyan tîmên Şaxa Rûbirûbûna Sûcên Narkotik ser bi Rêveberiya Emnî ya Amedê zanyarî wergirtine ku dê madeyên hişbir ji hinek parêzgehan bo firotinê bînin Amedê û ji ber wê yekê jî dest bi operasyonê kirine.

Her wiha di çarçoveya vê yekê de kesek li rawestgeha otobûsan ya navbajaran hatiye desteserkirin û wî kesî di lêpirsîna xwe de îdîa kiriye ku ji bo alîkariya qurbaniyên erdhejê hatiye bajêr.  Piştî pişkînînê di valêzê wî de 1 kîlo  û 940 gram metamfetamin madeyê hişbir hatiye dîtin.

Piştî kar û bare yasayî gumanbar ji aliyê Dadgeha Ceza û Sulhê bi tawanê “Bazirganî û dabînkirina madeyê hişbir” hat girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst