ENKS alîkariyan ji bo xelkê Efrînê kom dike

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya Herêma Kurdistanê jî alîkariyan ji bo xelkê Efrînê kom dike.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê yên Tirkiyê wêraniyek mezin çêbûye û bi hezaran avahî hilweşiyane. Her wiha li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyê jî hejmareke zêde ya xelkê di bin kavilan de man û canê xwe ji dest dan.

Nûnerê ENKSê ya Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî dibêje wan ji roja yekem ve dest bi komkirina kelûpel û pereyan ji bo xelkê Efrînê kirin.

Tiştên ku ew kom dikin jî bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dişînine Efrîn a Rojavayê Kurdistanê.

Nûnerê ENKSê ya Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî got, “Piştî ew trajediya hate serê xelkê me, wek nûnertiya ENKSê me civînek çêkir û xwe amade kir ji bo ku em alîkariya xelkê xwe bikin. Me daxwaz kir ku kelûpel, derman bînin, tiştên ku xelk bikaribin xwe pê germ bikin bînin.”

Kawa Ezîzî her wiha anî ziman, “Me ji hevalên xwe yên li cihê karesatê ne re got, agahiyan bişînin ku em bikaribin pereyan ji vir bişînin.”

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê jî alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdhejê tên komkirin.