Firokeyên şer ên Rûsya û Amerîkayê li esmanê Rojavayê Kurdistanê

16-02-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Rûsya Amerîka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sê firokeyên şer ên Rûsyayê derbasî navçeya Hevpeymanan li esmanê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê bûn û paşê ji aliyê firokeyên şer ên Amerîkayê ve ji esmanê herêmê hatin dûrxistin.

Du berpirsên Amerîkî ku nexwestine navê wan bê aşkerekirin, ji medyaya welatê xwe re gotine, sê firokeyên leşkerî yên Rûsyayê ku ji firokeyeke kargo û du firokeyên şer ên bombhavêj pêk dihatin, bêyî ti agahdariyeke pêşwext ji Iraqê ve derbasî esmanê Rojavayê Kurdistanê bûne, ku ew herêm di kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî li herêmê çalak e û li wê derê operasyonên dijî terorê pêk tîne.

Li gor medyaya Amerîkî, wan herdu berpirsan dane xuyakirin ku piştî derbasbûna firokeyên cengî yên Rûsyayê bo nav esmanê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê, firokeyên cengî yên Amerîkayê li esmanê herêmê firiyane û firokeyên Rûsî neçar kirine ji esmanê herêmê derkevin.

Li Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, her ji beşeke parêzgeha Dêrezorê û parêzgeha Reqayê ve heta ser sînorên Iraqê û Herêma Kurdistanê, esmanê wê herêmê di kontrola Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê de ye. Li wê herêmê 900 serbazên Amerîkayê hene û rahênanê bi hêzên Kurdî û şervanên HSDê dikin û di operasyonên li dijî grûpên terorîstî û şaneyên nihênî yên DAIŞê de alîkariya wan hêzan dikin.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê gotine, derbaskirina sînoran ji aliyê firokeyan ve çê dibe, lê her dem pêştir aliyên têkildar hevdu ji wê rewşê agahdar dikin, lê roja Sêşembê 15ê Sibatê ti hevahengiyek di navbera Amerîka û Rûsyayê de nehatibû kirin.

Rûsya û welatên rojavayî li ser krîza Ukraynayê li hemberî hev rawestiyane, ji ber ku Amerîka û hejmarek welatên rojavayê Rûsyayê tohmetbar dikin ku bi komkirina zêdetir ji 100 hezar serbazên xwe li ser sînor, dixwaze êrîşî Ukraynayê bike û wî welatî dagîr bike.

Rûsya wan îdiayan red dike û wek tohmet bi nav dike û dibêje, hêzên wê di nav axa xwe de mijûlî rahênan û manovrên serbazî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst