Li Dêrsimê nerazîbûnên dijî Qeymeqam berdewam in

16-02-2022
Ali Haydar Gozlu
Hejmarek endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û xelkê helwesta qeymeqam protesto kirin
Hejmarek endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û xelkê helwesta qeymeqam protesto kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên li dijî Qeymeqamê navçeya Qisleyê Ugur Tutkan berdewam in. Tutkan çend roj berê  ligel çend kesên çekdar çûbû Cemxaneya Duzgun Baba û ligel kesên çekdar wêne girtibûn û li ser medyaya civakî gef xwaribûn.

Hejmarek endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û xelkê Dêrsimê li Cemxaneya Duzgun Baba civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev helwesta qeymeqam protesto kirin. Herwiha amaje bi wê yekê hat dayîn ku serdana kesên çekdar bo cemxaneyê midaxale û êrîşek e li dijî baweriya Elewîtiyê.

Hevserokê Komaleya Elewiyên Demokrat Musa Kullu got: “Ji ber ku li Tirkiyê hukûmet bi feraset û zihniyeta her kesî wek îslamî û tirk dihesibîne tevdigere, parêzgar û qeymeqam û heta serokomar jî axaftinên wiha dikin. Ji ber vê yekê ev zilm berdewam dike. Lê ew çi bikin bila bikin, em ê ji rêya xwe, ji bawerî û cihên xwe dernekevin, em dê her ya xwe bibêjin.”

Hejmareke welatiyên Dêrsimê piştî daxuyaniya çapemeniyê bi rêya Rûdawê nerazîbûna xwe anîn ziman û dibêjin ew ji gefên qeymeqam natirsin.

Welatî Alîşan Yılmaz jî got: “Mafê ti kesî nîne ku heqaretê li kesî bike û gefa bixwe. Em ji gefan natirsin. Mafeke wiha yê qeymeqam nîne. Ya ku divê qeymeqam bike ew e ku alîkariya gel bike û xizmeta her kesî bike. Hikûmet tên û diçin, lê pêwîst e qeymeqam xizmeta gel bikin.”

Welatî Selvî  Açikgoz jî dibêje: “Walî ji me çi dixwaze? Ma em xwe tevlî mizgefta û baweriya wan dikin? Çima vê yekê li me dikin? Çima êrîşî vir dikin û bi çekên xwe wêneyan dikişînin?

Serokê şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu jî tekez kir ku divê qeymeqam xizmeta gel bike ne ku xelkê bitirsîne û gefan bixwe.

Mehmet Fatih Maçoglu got: “Mixabin rayedar hinek nîqaşan dikin. Li vir berî niha nîqaşek wiha hat kirin. Welatiyên Elewî û ne Elewî ji vê rewşê aciz bûn. Bi çekan çûna ber deriyê cemxaneyekê û nîqaş û gefxwarin hem şerm e û hem jî ne rast e. Di van mijaran de divê herkes baldar be. Ne hewce ye hûn destwerdanê di baweriyê de bikin, hûn rayedar in û ji bo xizmeta civakê hene. Eger li vir daxwazek hebe û pêdivî bi wê yelkê hebe ku rê bê vekirin hûn neçar in li gor vê yekê tevbigerin. Li vir tirsandina mirovan ne tişetekî baş û rast e. ”

Ev nerazîbûnên li dijî qeymeqamê Qisleyê piştî wê yekê hatin ku Serokê Komeleya Cemxaneya Duzgun Baba Sinan Kirmiziçiçek, ji bo venekirina rêya cemxaneyê ku ji ber berfê hatibû girtin, li ser medya civakî peyamek belav kiribû û gotibû “Hêza dewletê têra wê nake ku rêya Duzgun Baba veke”. Li ser vê yekê  Qeymeqamê Qisleyê Ugur Tutkan, çend kesên çekdar jî ligel xwe biribûn û çûbû Cemxaneya Duzgun Baba û gef li rêveberiya cemxaneyê xwaribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst