Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku serdana Şingal û Mexmûrê kiribû rapora xwe ya derbarê wê serdanê de eşkere kir.
Şandeke Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) ku ji 4 parlamenterên wê partiyê Murat Çepnî, Huda Kaya, Feleknas Uca û Hasan Ozguneş pêk dihat di 9ê Sibata 2022ê de Li Başûrê Kurdistanê serdana navçeyên Şingalê û Mexmûrê kiribû.
Wê Şanda HDPê îro 16ê Sibatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê rapora ku derbarê wan navçeyan de amadekiribû, eşkere kir.
Di raporê de daxwazên xelkê kampa koçberan a Mexmûrê û xelkê Şingalê jî cih girtin û derbarê binpêkariyên di dema êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê yên li dijî xelkê sivîl de jî zanyarî hatin dayîn.
“200 kes li Şingalê dijî”
Parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Murat Çepnî rapor xwend û got: “Li Şingalê hêj 200 hezar kes dijîn û gelek kes koçberî welatên cuda bûne. Hin ji wan neçar dimînin ku li kampên girêdayî PDKê yên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bijîn. Bi tevahî 13 kamp hene.”
Murat Çepnî diyar kir ku di enacma lêkolînên wan de derketiye holê DAIŞ pêwîstiyên xwe li Tirkiye dabîn dike û got: “Yek ji rastiyên herî balkêş ku şanda me lê rasthatî ev bû; derket holê ku têkoşîna Tirkiyê ya li dijî DAIŞê dereweke mezin e û hêzên navdewletî jî di mijareke wiha hesas de pir qels tevdigerin. Em dixwazin bi vekirî bibêjin; mixabin lê dewleta ku DAIŞ herî zêde hêzê jê digire, hêzê jê kom dike û amûrên lojîstîkî lê peyda dike, Tirkiye ye.”
“MÎT gefê dixwe”
Murat Çepnî amaje bi wê yekê da ku li ser navê Saziya Îstixbareta Tirkiyê (MÎT) telefon bo xelkê navçeyên Mexmûr û Şingalê tên kirin û sixurtî li ser wan tê ferzkirin û got: “Eger bibêjin em nakin jî gefa mirinê li wan tê xwarin.”
Bi gotina Çepnî wan agahiyeke din a girîng dest xistine û ew dibêje: “Tevî ku Hêzên Parastina Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve weke 'terorîst' dihat dîtin jî, ji aliyê dewleta Iraqê ve weke hêzeke fermî weke Lîwaya 80emîn hate qebûlkirin û hemû pêdiviyên wan û alavên wan ji aliyê dewletê ve hatine bicihanîn.”
Çepnî bal kişand ser êrîşên hewayî yên Artêşa Tirkiyê yên li ser Şingalê ku di encama wan de beşek ji xelkê sivîl jî bibûn qurbanî û got: “Êzîdî li aliyekê di jêr gefa DAIŞê de ne û li aliyê din rûbirûyî bordûmanên Tirkiyê ne. Hewil tê dayîn ku qirkirinên bi fermanan nehatine kirin, bi siyasetê û peymanên qirêj bên kirin.”
‘Daxwazên gelê Şingalê’
- Di raporê de di beşa “Daxwazên Gel li Şingalê” de ev tespît hatin kirin:
- Gelê Şingalê dixwaze firênê balafirên şer û dronan ên li ser Şingalê bê qedexekirin.
- Banga Şingalê ji hemû cîhanê re ew e ku ji bo bidawîkirina vê zilmê bikevin nava liv û tevgerê.
- Gelê Şingalê yê ku hewl dide di bin bombe û dorpêçan de bijî, ji gelên Tirkiyeyê û hemû cîhanê hêviya piştgiriyê dixwaze.
- Bang li hêzên demokrasiyê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ekolojîk, rewşenbîr û hunermendan dikin ku biçin Şingalê.
- Gelê Şingalê daxwaza naskirina komkujiya Êzidiyan ji aliyê hemû dewletan ve dike.
- Daxwazê dikin ku hêzên pêwendîdar ên navneteweyî bi taybetî Neteweyên Yekbûyî li ser rewşê xwedî helwest bin û pêşî li êrîşan bigirin.
“Mexmûr hate dorpêçkirin”
Di beşa raporê ya serdana Kampa Mexmûrê de hate gotin ku nêzîkî 13 hezar kes li kampê dijîn.
Di raporê de hat ragihandin ku kamp qada jiyanê ya sivîlan e û dibistan, rêveberiyên herêmî û şaredarî lê hene, ku ji sala 2018an û vir ve kesên ku ji bo xebatê diçin bajarên Herêma Kurdistanê destûr nayê dayîn ku bixebitin û nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan.
Çepnî got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê ambargoyê li ser Mexmûrê ferz dike. Ji wir jî di vegerê de tengasiya dibînin. Li gel ku di sala 2018'an ciwan bi erêkirina Neteweyên Yekbû li hemû zanîngehan û Hewlêrê hatin qebûlkirin jî lê belê dîsa destûr nayê dayîn ku biçin zanîngehan. Bi hezaran ciwan ji mafê xwendekariyê bêpar hatiye hiştin û li benda çareseriyê ne. Ciwanên ku diçin Hewlêrê nikarin vegerin Mexmûrê. Beşek ji wan ciwanan du sal in malbatên xwe nedîtine.”
“Tirkiyê êrişî kampê dike”
Çepnî da zanîn ku Kampa Mexmûr jêr gefa êrişên DAIŞê ye û got: “Kamp berdewam dibe hedefa êrişm DAIŞê. Gel bi derfetên xwe hewl dide ewlehiya xwe pêk bîne. Li herêma ku hema bêje li her eşîran hêzên çekdar hene û êrîşên çeteyên DAIŞê dewam dikin, Kurdên li kampê dijîn, her roj di bin xeteriyê de ne. Ev kamp jî rastî êrîşên hewayî yên Tirkiyê tê. Bi vê serdanê re me careke din dît ku noqteyên ku weke 'nûqteyên terorê' tên binavkirin, wargeh in."
Li gor raporê daxwazên xelkê Mexmûrê ev in:
- Divê bombebran rawestin û ambargo bê rakirin.
- Divê qedexeyên çûn û hatinê û bên rakirin.
- Divê astengiyên li pêşiya perwerdeya zanîngehê bên rakirin.
- Divê destûr ji firîna balafirên leşkeri yên li ser wargehê re neyên dayîn.
- Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî parastina mafên bingehîn ên mirovên li wargehê dimînin bikeve nava liv û tevgerê û li ser astengkirina êrişan xebatan bide dest pê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse