Li Mêrdînê kargeha zeyta zeytûnan a 1400 sal berê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bajarê kevnare Dara yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi awayekî berdewam perçeyên nû yên dîrokî û şûnwarî têne dîtin, her dawî bermayeyên sedsala 6emîn ên kargeha zeyta zeytûnan hatin dîtin.

Bajarê kevnare yê Dara  yek ji şûnwarên dîrokî yên navdar e  li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê. Bi xebatên kolanê  rojane berhemên nû yên  dîrokî yên  bajar derdikevin ser rûyê erdê.

Kevireke gilover ku nêzîka du metreyan dirêj û pahne ligel çend bermayeyên din  di encama xebatên kolanê de hatiye dîtin. Pispor dibêjin ev kevir  di sedsala 6emîn  de di kargeheke berhemanîna zeyta zeytûnan de dihat bikaranîn.

Serokê Desteya Kolanê Dr. Huseyin Metîn dibêje: “Bi taybet ligel xebatên kolanê ên di sala 2019ê de li Agorayê gelek berhemên mîmariya sivîl hatin dîtin. Yek ji van jî bermayiyên kargeha berhemanîna zeyta zeytûnan e.  Berhemanîna zeyta zeytûnan di serdema kevin  de xwedî ciheke girîng bû. Yek ji şaxên girîng ên pîşesaziyê bû. Ev bi awayek eşkere derbarê berhemanîna zeyta zeytûnan a li bajarê kevnare zanyariyan dide.  Îro jî li gundê Darayê zeytûn gelek zêde ne û zeytûn tên hilberîn. Em dikarin ji vir jî peywendiyekê ligel serdema kevnare de çêbikin.”

Zedeyî 30 sal in  xebatên kolanê li vî bajarî tên kirin û derbarê dîroka navçeyê de zanyarî tên bidestxistin. Gelek şûnwarên dîrokî ên weke koşk, sera, pir û xaniyên kevnare  li vî bajarî hene. Salene hejmareke zêde ya geştiyaran ji navxwe û derveyî welat ji bo dîtîna van berheman  serdana navçeyê dikin.

Geştiyara Iraqî Temenni Menden jî got: “Ez ji Bexdayê me, hatim Darayê û Mêrdînê, min gelekî ji Darayê hez kir, Dara gelekî xweş û kevnar e ye, min ji  dîrokê û ji mûzexaneyê hez kir, herwiha min zanyarî li ser Darayê wergirtin û li ser keviran û van deveran û kelehê jî zanyarî bidest xistin. Temenê vî kevirî hezar û 600 sal e, ew ji bo guvaştina zeytûnan dihat bikaranîn. Wan zeytûn û zeyta zeytûnan û titşên girêdayî zeytûnan difirotin bajar û navçeyên nêzîkî Darayê. ”

Bajarê kevnare yê Dara 30 kîlometreyan li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê cih digire.

Bajar berî zayînê di navbera salên 530-570an de ji aliyê hikûmdarê Persan qiral  Daryûşê sêyem ve hatiye avakirin.  Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin  desthilatdariya persan de maye. Di sedsalan 7emîn  de dikeve jêr  desthilata  ereban de  û heta  sedsala 15an jî di bin desthilata hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15an jî dikeve jêr destê osmaniyan.