Çavkaniyên Pentagonê: 14 mûşek li nêzîkê binkeya hêzên Amerîkayê li Hewlêrê ketine

16-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê nêzîkê binkeya hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encam de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Berpirsekî Koşka Spî dibêje, Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşê de hatiye agahdarkirin ku metirsî heye tevlîhevî û aloziyeke zêdetir li navçeyê pey xwe de bîne. Şeva borî çend katyoşayên 107 mîlîmetrî li navbera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û wan cihan ketin xwarê ku binkeyê hêzên Amerîkayê lê ye, Berpirsek ji Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, êrîş ji aliyê grûpeke milîşiyayên Şîe ve hatiye kirin.

Ew berpirs dibêje: “Hêj zû ye bibêjin gelo êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye arastekirin an na, lê êrîşên berê ku ji aliyê grûpên milîşiyayan ve bo ser Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê hatine kirin, peywendî bi Îranê ve hebû.”

Beriya pênc mehan jî êrişeke mûşekî li sînorê Hewlêrê hatibû encamdan.

Di 30ê Îlona 2020an de şeş mûşek li nêzîkê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê, ku ew mûşek ji ser otomobîlekê li nêzîkê Bertile ya parêzgeha Neynewa arasteyî Hewlêrê hatibûn kirin.

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand ku yên destê wan di êrîşê de heye tên cezakirin.

Êrîşên mûşekî bo ser binke û berjewendiyên Amerîkayê nav bi nav çêdibin, gelek caran jî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê dibe armanc, ew karwan jî dibin armanc ku kel û pel û amêran bo Hevpeymaniya Navdewletî vediguhêzin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst