Dije Terora Kurdistanê: Otomobîla ku rokêt avêtiye Hewlêrê hat dîtin

16-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, dezgehên emnî ew otombîl peyda kirine ku mûşek li ser wê ber bi bajarê Hewlêrê ve hatine avêtin û tekez dike, ew dê zanyariyên zêdetir eşkere bikin.

Li gorî wan wêneyên ku ji aliyê Dije Terora Herêma Kurdistanê ve hatine belavkirin, mûşek li ser otomobîlekê hatine avêtin, lê cihê wê nehatiye diyarkirin.

Sîstemeke mûşekî li ser wê otomobîlê hatiye danîn ku dikare bi carekê 10 mûşekan bavêje, lê 3 mûşek di nav sîstemê de mane.

Li gorî wan wêneyan, ew mûşek li deşteke ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin.

Şeva duşemê 15ê Sibata 2021 hejmarek mûşek li derdora firokexaneya Hewlêrê û nav bajarê Hewlêrê ketin. Li gor zanyariyên fermî, sê kesên sivîl li gel pênc belênderên ku bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin, birîndar bûne. Herwiha belênderek jî hatiye kuştin û serbazekî amerîkî jî birîndar bûye.

Dije Terora Herêma Kurdistanê pêştir ragihandibû, du mûşek li Firokexaneya Hewlêrê ketine û mûşekek jî di ser firokexaneyê re derbas bûye.

Têkildarî êrişê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken peywnediyeke telefonî encam dan û li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Blinken di vê peywendiyê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Blinken di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Min peywendî bi Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye, me piştevaniya xwe bo hemû hewlan tekez kiriye, jibo ku em lêkolînê bikin û ewên destê wan di êrişê de heye siza bidin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, li ser twittera xwe ragihand: “Di peywendiyeke telefonî de li gel Antony Blinken, me behsa êrişa tirsenokî ya li ser Hewlêrê kir û me tekezî li ser hemahengiya berdewam kir, jibo dîtina tawanbaran.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, di encama êrişa mûşekî ya li ser hêzên wan de li Hewlêrê, kesekî sivîl ku balênder bûye li gel hêzên wan, hatiye kuştin û pênc belênderên din birîndar bûne. Hevdem serbazekî amerîkî jî birîndar bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst