Gelek şûnwarên dîrokî li Rojavayê Kurdistanê hatine jinavbirin

16-02-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ziyaneke mezin gihiştiye şûnwarên Rojavayê Kurdistanê
Ziyaneke mezin gihiştiye şûnwarên Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şûnwarên Dîrokî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şer û rewşa aloz gelek girên asaran hatin vekirin û gelek asar jî hatin dizîn û li bazarên qaçaxçiyan hatin firotin.Berî çend rojan jî Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ligel desteya çandê û herweha asayişê civiya bû, ji wan xwestibû bi hemahengî ligel HSDê asarên navçeyê biparêz in.

Ji destpêka operasyona Tirkiyê û grûpên çekdar yê ser bi wê ve ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ziyaneke mezin gihandine cihên şûnwarî û mezargehên olî ku dîroka wan bo zêdetir ji 800 hezar sal vedigere. Grûpên çekdar ne tenê cihên şûnwarî têkdane lê hejmareke zêde ya şûnwarên wna navçeyan talan kirine û dizî ne.

Dîrokzan Ednan Elberî dibêje: “Girê Ecaca, yek ji girê herî mezin li herêma Cezîrê ye û yek ji girên girîng ên ser Xabûr e. Li ser Xabûr 300 cihên dîrokî hene. Şandeyeke Îngilîzî ku beriya niha li Iraqê kar dikir li cihekî jêre digotin Nemrûd, zanayê ku li wir kar dikir hat vir û lêkolîn kir û dîroka vê deverê nas kir ku vedigere serdema Aşûrî û Îslamî. Di sala 1983a de şandeke Sûrî û Almanî hevbeş hebû heya sala 1990 li vir kar kir, sê peyker wê demê dîtin, navê wê yê dîrokê jî şadî kanî ye. Demekê ji deman, Nûr Eldîn Zenkî li vir bû û li ser xabûr pirek çêkiribû, ev jî wê demê gavek gelekî girîng bû. Divê UNESCO  û saziyên navdewletî yên li ser arkolojiya kar dikin bi berpirsî bisekinin û vir biparêzin ev dîroka hemû mirovatiyê ye.”

Tenê ji bo parastina Girê Ecaca pêwistî bi 200 hezar dolarên Amrîkî heye, ku ne hikumeta sûriyê û ne rêveberiya xweser û ne jî rêxistinên şûnwaran xwe didin ber.

Hemîd Salih, ku ev 63 sal in li vir dijî û serdema DAIŞê jî dît, dibêje ku, têra xwe hatiye dizîn, DAIŞê peykerek gelekî mezin ji vir derxist.

Xelkê navçeyê Hemîd Salih wiha got: “DAIŞ bi tirêksan kolan û alîkarî ji xelkê deverê wergirt, bi qazmeyan jî koland. Ev di rastiyê de, şûnwarên Sûriyê ne, Dewleta Îslamî derbasbû lê ne di kolandina tirêksê de peykerê Hobel dîtin, ji bo dîtina peykerê Hobel, zanyarî ji xelkê deverê standin. Bilindbûna wî peykerî 2 metre bûn, zilamek bû, xezal li ser destê wî yê rastê hebû, ew hilgirtin û birin rêveberiya Cibise li Şedadê, li wir ew şikenandin.”

Li Cezîra Rojavayê Kurdistanê 1043 cihên dîrokî hene, li gor amarên Desteya Şûnwarên Dîrokî ya Rêveberiya Xweser ji ber gurhertina jîngeheê ji sedî 40 ji wan ji nav çûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst