HGP: Tirkiyê li kampa êsîran çeka kimyewî bi kar anî

16-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku artêşa Tirkiyê li ser kampa êsîran a li Çiyayê Gare bikar anî û dibêje: “Ji ber çeka kimyewî ku bikaranîna wê qedexe ye, hatiye bikaranîn mirov nikare bikeve nav kampê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî kuştina 13 serbazên dîl ku di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de hatibûn kuştin daxuyaniyek belav kir.

HPG dibêje: “Ji bo rûdana li kampa ku êsîr lê dihatin girtin a li qada Siyanê ya herêma Garê bi rengekî zelal û berbiçav were fêhmkirin hêzên me gihaştine vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî li kampa êsîran û li derdorê bêhna gazeke giran û kimyewî heye.”

Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane

Di daxuyaniya xwe HGPê îdia dike ku ji aliyê dewleta Tirkiyl li ser vê kampê çeka kimyewî hatiye bikaranîn û dibêje: “ Ji ber bikaranîna çeka kimyweî, ku bikaranîna van çekan bi çarçoweya sûcê şer tê dîtin û bikaranîna wê qedexe ye, mirov nikare bikeve nav kampê. Bi îhtîmaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kimyewî hatine kuştin piştre gule li wan hatiye reşandin. Nîşaneyên pêşî ku em gihaştine ev in.”

HPG herwiha diyar kir ku xebatên ji bo zelalkirina rastiya bûyerê berdewam in û  encamên zelal û bîlançoya şerê Garê ji hemû aliyan ve dê raya giştî re were parvekirin.

Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de dibêje tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst