Li Tirkiyê du xwişk bê zava bûne bûk

17-02-2020
RÛDAW
-
-
Nîşan Tirkiye Edene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Edenê ji bo du xwişkên xwedî pêdiviyên taybetî şahî hat lidarxistin, dawet hat gerandin û herdu xwişkan cilên bûkîniyê li xwe kirin, lê dawet bê zava bû.

Gelek caran, nexweşî û kêmasî nikarin li pêşiya xweşî û şahiyan bibin asteng. Yek ji wan mînakan jî, şahiya du xwişkan e ku li bjarê Edenê cilên bûkîniyê li xwe kirin û bêyî zava û zewaca li gel zilamekê şahiya xwe lidar xistin.

Du xwişkên xwedî pêdiviyên taybet ku temenên wan 42 û 47 sal in, her tim xewna wan bûye ku cilên bûkîniyê li xwe bikin û li ser vê daxwaziya wan, şahiyekî mezin ji aliyê xelkê taxa wan ve hat lidarxistin.

Şaredar û çendîn berpirsên wî bajarî jî beşdarî wê şahiyê bûn û piştevanî li wan herdu xwişkan kirin.

Herdu xwişkên bi navê Sumeye û Qedriye bi otomobîla bûkîniyê çûne hola şahiyê û destên wan hatin xenekirin û hem xewna wan hate cîh û hem jî xelkê wê taxê bi keyfxweşiya wan şad bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst