Seidî Pîre: Êdî di nav YNKê de bask neman

16-02-2017
RÛDAW
Seidî Ehmed Pîre
Seidî Ehmed Pîre
Nîşan YNK Seidî Ehmed Pîre
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Polîtboruya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, êdî li nav YNKê tiştek nemaye bi navê baskê Navenda Biryar û baskê Pirranî. Pîre herwiha dibêje: “YNK di çêkirina arîşeyên navxweyî de bilez e, lê di çareserkirinê de jî gelek bilez tevdigere”.

 

Îro pênşemî 16ê Sibata 2017ê, Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpireştiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê wê partiyê Kosret Resûl Elî li Silêmaniyê hat lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî derbarê civînê de ragihand: “Civîna îro ya YNKê bo 2 saetan dom kir û têde çend biryar, têbînî û pêşniyarên cur bi cur hatin nirxandin. Civîn bi beşdariya tevahiya endamên polîtboruyê berdewam dibe û roja şemiyê jî dîsan dicivin. Sibê jî Qubad Talebanî ligel serkirdatiya hevbeş a YNK û Gorranê ji bo yekalîkirina astengiyên li pêşiya guhertina ku di rêkevtina wan de hebûn, dicive”.

 

Seidî Ehmed Pîre derbarê encamên civîna îro ya YNKê de daxuyaniyek da Rûdawê û ragihand: “Cara yekem e ku piştî 5 mehan Polîtboruya YNKê bi tevahiya endamên xwe ve dicive. Ev civîn berdewamiya civîna roja şemiyê bû. Giringtirîn ew mijarên ku di vê civînê de hatin gotûbêjkirin, mijara çareserkirina rewşa jiyan, aborîî û debara xelkê bû, herwiha ev yek bû ku çawan dibe ji bo piştevaniya vê proseyê û kurtkirina rêya vê proseyê, em nav mala kurdî rêk bixin û bi hev re kar bikin”.

 

Wî berpirsê YNKê diyar kir: “Berî demekê ji aliyê birêz Mesûd Barzanî ve peyamek hebû. Di çarçoveya wê peyamê de çend civîn ligel aliyên siyasî hat kirin. Me di nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de civînek ligel Partiya Demokrata Kurdistanê kir ku civînek erênî bû. Duh jî civîna serkirdatiya hevbeş a navbera Gorran û YNKê hat sazkirin, ez di wê baweriyê de me ku ev civîn jî tevî civîna em û PDKê, du civînên gelek aram bûn. Di vê civînê de em diakrin bêjin, ku rewş ber bi rewşek vekirîtir ji caran û ber bi çareseriyê ve diçe”.

 

Seidî Ehmed Pîre di berdewamiya daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de destnîşan kir: “Di civîna îro ya Polîtboruya YNKê de, me behsa civîna xwe ya bi Gorranê re jî kir. Behsa eger û pêşhatan û ew arîşeyên ku ji bo serxistina proseya aştiyê û çalakkirina parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkan têne pêş, hat kirin”.

 

Seidî Pîre got: “Me behsa wan postên YNKê jî kir, ku pêwîstî bi guhertina wan heye. Çi ew cihên ku hevalên me daxwaz kirine bihêne guhertin, an jî ew cihên ku her ji ewilî ve vala mane”.

 

Pîre amaje bi mijareke din a civîna îro dike û dide zanîn: Di heyamên bihorî de, berpirsên Gorranê gelek bi tundî li ser rêkevtina navbera YNK-Gorranê diaxivîn. Her ji ber wê, bi me baş bûn ku ji bo sibehiya roja înê serkirdatiya hevbeş ligel birêz Qubad Talebanî weke serokê tîma me di hikûmetê de bicive, da ku gotûbêj were kirin û ti gotinek bê esas neyê kirin.

 

Wî endamê Polîtboruya YNKê da zanîm: “Bo gotûbêjkirina nexşerêyê, em dê roja şemiyê bicivin. Herwiha em birayên serkirdatiyê agahdar dikin, ku cardin reşnivîsê li ber çavan re derbas bikin. Encumena Navend jî dê were agahdarkirin. Piştî roja şemiyê, yanî civîna sêyem a polîtboruyê, civîna serkirdatiyê tê kirin, piştre ew nexşrê dibe çarçoveya hizirkirina YNKê di sala 2017ê de, piştre jî em dê bi PDK, Gorran û aliyên din re bicivin”.

 

Seidî Pîre di wê baweriyê de ye ku niha di nava YNKê de tiştek bi anvê baskê Pirranî û baskê Navenda Biryarê nemaye û tekez dike: “Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di çêkirina arîşeyên navxweyî de gelek bilez e, lê belê di çareserkirinê de jî pir lezgîn e. Her ji ber wê jî bi me baş bû, berî ku em hizir bikin ku çawan pirsgirêkên herêmê çareser bikin û hizir ji wê bikin ku navbera PDKê û Gorranê çawan çareser bikin, pêwîst e em hizir ji çareserkirina arîşeyên navxweyî jî bikin. çareserkirina rewşa navxwe ya YNKê kilîda (mifteya) giring a ji bo deriyên daxistî ye. Ev yek jî hatiye çareserkirin”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst