Rojhilat - Namzediya keça girtiyê siyasî yê kurd Kebûdvend, hat redkirin

Sine (Rûdaw) – Keça girtiyê siyasî yê kurd û Serokê Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê (KMMK) Mihemed Sidîq Kebûdvend eşkere kir, dewleta Îranê jê re gotiye, “ji ber ku tu nasyonalîst î, namzediya te hatiye redkirin”.

 

Derdora 10 rojan ji hilbijartinên giştî yên Îranê re maye. Îsal namzediya beşek mezin ji wan kesên ku navê xwe ji bo hilbijartinan tomar kiribûn, hat redkirin.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî namzediya piraniya wan kesên reformîst û lîberal bi hêcet û sebebên cur bi cur, hat redkirin.

 

Yek ji wan kesên k namzediya wan hatiye redkirin, keça girtiyê siyasî yê kurd û Serokê KMMKê Mihemed Sidîq Kebûdvend, Toniya Kebûdvend e.

 

Toniya Kebûdvend, ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê navê xwe ji bo namzediya parlamentoyê tomar kiribû, derheqê sedema redkirina namzediya xwe de ji malpera KurdPa re axivî û got, helbet ji ber ku ez keça Mihemed Sidîq Kebûdvend im, namzediya min hatiye redkirin. Lê dema min daxwaza bersivek fermî kir, Wezareta Îtilaatê (îstixbarat) ji min re wiha got: “Tu keseke nasyonalîst î û ji aliyê nasyonalîstan ve jî têy piştevanîkirin!”

 

Wê çalakvana kurd anî ziman, ji ber wê yekê navê xwe ji bo namzediyê tomar kiribû da ku nîşan bide li Îranê çiqasî niheqî li çalakvanên siyasî û malbatên wan tê kirin.

 

Toniya Kebûdvend, diyar kir ku ji roja ku Hesen Rûhanî bûye serokomarê Îranê, ti guhertinek di rewşa mafên mirov, mafên jinan û mafên girtiyan de çênebûye û hikûmeta Rûhanî qet guh nedaye rexne û hişyariyên saziyên navdewletî yên mafên mirov.

 

Derheqê rewşa bavê xwe de jî Toniya Kebûdvend got, bavê min nêzîkî 9 sal in girtî ye. Di heyama wan 9 salan de tenê carekî derketiye derveyî girtîgehê, ew jî ji bo nexweşiya giran a zaroka xwe.





Kebûdvend

 

Çalakvanê kurd û Serokê KMMKê Mihemed Sidîq Kebûdvend sala 2007ê, bi hêceta ku “asayişa netewî ya Îranê xistiye xeterê” hatibû girtin û 11 sal ceza xwaribû. Kebûdvend niha di girtîgeha Êvînê ya Tehranê de ye.

 

Kebûdvend sala 2012ê, ji bo nexweşiya kurê xwe ji bo çend rojan çûbû mala xwe.





Kebûdvend û malbata xwe - 2012

 

Toniya Kebûdvend, sala 1984 li bajarê Sine ji dayîk bûye. Rêveberiya bazirganiyê û hiqûqa navdewletî xwandiye.