YPGê bajarokê Marih kontrol kir – Artêşa Azad piştrast kir

16-02-2016
RÛDAW
Nîşan YPG HSD Marih Til Refet Artêşa Azad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên YPG û HSDê bajarokê Marih ê li bakurê Helebê bi tevahî kontrol kirin.

 

Li gor agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, îro sêşemî 16ê Sibatê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Ceyş El-Suwar ên girêdayî Hêzên Sûriya Demorkratîk (HSD) li ser pêşveçûnên xwe li herêmên bakurê Helebê û derdora Ezazê berdewam bûn.

 

Hêzên YPG û HSDê piştî ku bajarê Til Refet kontrol kirin, îro kontrola bajarokê Marih ê li rojhilatê Til Refet jî bi bi dest xistin.

 

Şervanên YPG û HSDê duh duşemî 15ê Sibatê karîbûn bajarê Til Refet kontrol bikin.

 

Ji aliyekê din ve Tirkiye li ser topbarankirina herêmê û bi taybet derdora Ezazê, Til Refet û balafirxaneya Minixê berdewam bû. Îro çaremîn roj bû ku Tirkiye bi awayeke berdewam herêmên li bakurê Helebê û herwiha gundên li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dida ber topbaranê.

 

Li gor agahiyan, piştî kontrolkirina bajarê Til Refet, hêzên YPGê û HSDê li ser pêşveçûnên xwe berdewam bûn û di demek kêm de gihîştin derdora bajarokê Marih û ev bajarok dorpêç kirin.

 

Hat zanîn, ku piştî dorpêçkirinê û piştî ku şervanên YPGê û HSDê hişyarî dan çekdarên di nav vî bajarokî de, şervan derbasî nav bajarokê Marihê bûn û ev bajarok bêyî şer kete destê wan.

 

Nûnerê Artêşa Azad di nav Îtilafa Dijbereyê Sûriyê de li Helebê, Usame Tilco jî di daxuyaniyekê ligel Rûdawê de piştrast kir, ku bajarokê Marih ketiye û niha di bin kontrola YPGê û HSDê de ye.

 

Usame Tilco bi rêya Skype beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê ya teelvizyona Rûdawê bû û têde ragihand, ku Marih ketiye destê şervanên YPGê û HSDê.

 

Tilco da xuyakirin, pêşveçûnên YPGêû HSDê li bakurê Helebê û kontrolkirina bajarê Til Refet û bajarokê Marihê bi piştgîriya balafirên şer ên Rûsya û bombebarana dijwar li herêmê pêk hatine.

 

Tirkiyê hebûna YPG li wê deverê û li ser sînorê xwe weke gefeke mezin bo asayişa xwe dibîne û bi tundî li dijî pêşketina wan hêzan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst