Hec Derwîş: Hikûmeta Sûriyê piştgiriya PYDê dike


Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Ebdilhemîd Hec Derwîş ragihand ku rêveberiya xweseriya demokratîk a ku PYDê û hevalendên wê li Rojavayê Kurdistanê ragihandine ne rêveberiyeke neteweyî ye.

Ebdilhemîd Hec Derwîş ku endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê ye li Cenêv, ji rojnameya el-Şeriq el-Ewset re axifî û behsa danûstandinên Cenêvê û xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê kir.

Derbarê helwesta Kurdan di danûstandinên Cenêvê de, Hec Derwîş got “Di danûstandinan de ez nûneratiya Sûriyê û nûneratiya Kurdan dikim, herwiha ez zêdetirî hemû Ereban nûneratiya Ereban jî dikim”.

Hec Derwîş ku ev zêdetirî salekê ye ji Sûriyê derketiye û li bajarê Silêmaniyê dijî, diyar kir ku ne Kurd û ne jî Durzî Sûriyê perçe nakin.

Derbarê Elewiyan de ku serokê Sûriyê Beşar Esed ji wê tayfeyê ye, Hec Derwîş bal kişand ku eger komokujî derheqê Elewiyan de çênebin ew jî Sûriyê perçe nakin.

Derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk de a ku PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha borî de li Rojavayê Kurdistanê ragihandin, sekreterê PDPKSê got “Ew ne rêveberiyeke neteweyî ye, ti sîfeta wê ya neteweyî tine ye, lê ez li dijî vê yekê me, ez dixwazin rêveberiyên xwecihî hebin ji bo ku xizmeta Sûriyê bi tevayî bikin ne tenê li yek herêmê be”.

Di bersiva pirsekê de derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û kî piştgiriya wê dike, Ebdilhemîd Hec Derwîş got “Bê guman hikûmet piştgiriya wê dike, ew nikarin vê yekê red bikin û ew bi xwe jî li vê yekê mukir tên”.

Hec Derwîş diyar kir ku PYDê nikare xwe biguhere û ti kesî wek şirîk û hevpar di desthilatê de jî qebûl nake.

Derbarê danûstandinên kongreya Cenêv2 de ku duh gera wê ya duyem bi dawî hat û ti rojek ji bo gera sêyem re nehate diyarkirin, endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê got “Hikûmeta Sûriyê naxwaze bi awayekî cidî danûstandinan bike û zehmet e bê guhertin, ew ti şirîkan qebûl nake”.

Hec Derwîş hişyarî da û got “Eger em li hev nekin û negihine rêkeftinekê dê tevahiya xaka Sûriyê têkeve bin kontrola terorîstan”.