Wan di bin berfê de ma
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji şeva borî ve berf dibare û her der di bin berfê de maye.
Li Wanê ji şeva borî ve berf dibare û navenda bajêr spî bû.
Di hatûçûna trafîkê de pirsgirêk derdikevin. Welatî bane malên xwe û ber dikanên xwe paqij dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, ji ber berfê li navenda bajêr rêya 2 gundan hatiye girtin.
Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.
Her wiha li ser rêya Wan û Colemêrgê jî pirsgirêkêm trafîkê rû dan û çûnûhatin bi awayekî kontrolî tê kirin.
Ji aliyê din ve ji bo çûk û balîndeyan êm li xwezayê hat danîn.