Serokatiya Kurdistanê: Em hêvî dikin agirbesta li Xezeyê bibe pêngava aştiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hêvî dikin peymana agirbestê ya li Xezeyê, li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayînde.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek derbarê peymana agirbestê ya li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ew peymana di navbera Hemas û Îsraîlê de li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayîn de.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:
“Bidawîkirina tundiyê, tekane rê ye ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji hemûyan re.
Em bangî hemû aliyan dikin ku pabendî diyalogê bin û kar ji bo aramî û bipêşketinê bikin.”