Serokatiya Kurdistanê: Em hêvî dikin agirbesta li Xezeyê bibe pêngava aştiyê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Îsraîl Hemas Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hêvî dikin peymana agirbestê ya li Xezeyê, li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayînde.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek derbarê peymana agirbestê ya li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ew peymana di navbera Hemas û Îsraîlê de li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayîn de.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:

“Bidawîkirina tundiyê, tekane rê ye ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji hemûyan re.

Em bangî  hemû aliyan dikin ku pabendî diyalogê bin û kar ji bo aramî û bipêşketinê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst