Li Rihayê sera roj bi roj zêde dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi gihiştina ava bendavê re li Deşta Sirûcê û tevahiya Rihayê hejmara serayan roj bi roj zêdetir dibe.
Li van serayan sebzeyên wekî bacan, îsot, xiyar û firingî tên hilberîn ku zivistanan kêm peyda dibin û gelekî biha ne.
"Bila her kes sîstema serayê çêbike"
Endezyarê Bilind ê Çandiniyê Mehmet Tekçe got, “Berî biharê em çandiniya wan dikin.
An jî em dawiya payîzê çandiniyê dikin û di nava zivistanê de ev berhem derdikeve.
Ji ber ku di nava zivistanê de li bazarê berhem tune, ev berhem bi pereyekî rind tê firotin.
Em pêşniyarî cotkaran dikin û dixwazin, bila her kes sîstema serayê çêbike û vê çandiniyê bike. Karekî bê zehmet e.”
Sera bi sîstema ava germ û sobeyan tên germkirin û berhemên xwemalî ji bilî bazarên Rihayê ji bajarên din, tên hinardekirin jî.
Cotkar dibêjin derfeta kar hatiye ber derî.
"Qet nebe li ber malê ye"
Cotkar Îbrahim Akkuş wiha anî ziman, “Pir ne zehmet e, carekê diçînî û du teviran lê dixî.
Binêrin me zivistanê sobe danîne, dema hewa sar dibe sobe tê pêxistin.
Ji vê şûn de sor dibin û mirov kom dike û dibe bazara halê (sebzeyan).
Xweş e, qet nebe li ber malê ye, berê em zar û zêç hemû diçin çolê, em heta çogê diketin celbê.
Em di serayên xelkê de dişixulîn, qet nebe ev ya me ye.”
Li parêzgeha Rihayê yekem seraya çandiniyê sala 2000î li herêma Qereeliyê hat avakirin.
Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanê ya Rihayê, niha li ser 193 hektar erd 447 cotkar karê serayê dikin.
Di van serayan de ji bilî sebzeyan kulîlk û gul jî tên hilberîn.
Li Rihaya Bakurê Kurdistanê sera roj bi roj zêdetir dibin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 16, 2025
🌶️ Dilê kedkaran xweş e û dibêjin "Kar hatiye ber derî"
📸 Mihemed Emîn Demîr / Rûdaw pic.twitter.com/HrF6FhmgQr