Doza Abdullah Zeydan hat taloqkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan Doz Taloqkirin Amed Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan 30ê Kanûna Paşîn hat kirin.

6emîn rûniştina doza Abdullah Zeydan îro li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin.

Îro li Pêncemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat kirin û doz heta 30ê Kanûna Paşîn hat paşdexistin.

Di doza ku Abdullah Zeydan bi hinceta bi "alîkariya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê bi rêya çapemeniyê" tê darizandin de, dozger daxwaza xwe ya bingehîn pêşkêş kir.

Her wiha parêzerên Zeydan jî parastina xwe pêşkêş kir.

Piştî wê dadgehê doz taloqî 30ê Kanûna Paşîn a 2025an kir.

Tê çaverêkirin ku Zeydan di rûniştina 30ê Kanûna Paşîn de li hemberî daxwaza dozger parastina xwe bike û heyeta dadgehê biryara xwe bide.

Di rûniştina dozê ya îro de, Zeydan bi sedema nexweşiyê tevlî rûniştinê nebû û parêzerê wî Mahsunî Karaman di rûniştina dozê de amade bû.

Abdullah Zeydan di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiyên di navbera salên 2015-2016an de ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dest pê kiribû, 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dosye qebûl kiribû û li ser daxwaza wê, Dadgeha Bilind bi hinceta "ewlehiyê" biryar da ku dosye biçe Amedê û Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were darizandin.

Ji bo Zeydan bi hinceta "alîkariya rêxistina terorê" cezayê 5 sal girtîgeh û ji ber "propagandaya rêxistina terorê bi rêya çapemeniyê" 3 sal û mehek û 15 rojan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst