Parêzgarê Hewlêrê bangî xelkê kir: Li dijî êrişan xwepêşandanan bikin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Êrişên Îranê Omîd Xoşnav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, li dijî êrişa mûşekî ya ku şeva borî 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 17 sivîl birîndar bûn, dê xwepêşandanek were lidarxistin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî û karsazê Îraqî yê Xirîstiyan Kerem Mixayîl canê xwe ji dest da.

Hevjîna Dizeyî, 2 zarok û 2 karmendên wan ên Fîlîpînî birîndar bûn. Di encama ketina mûşekan de 12 sivîlên din jî birîndar bûn.

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de êriş şermezar kir û wiha got:

“Ji bo şermezarkirina êrişa nerewa ya şeva borî ya li Hewlêrê û kiryarên terorîstî yên berê îro gelek welatiyên bajarê me daxwaza destûra xwepêşandanê kir”

Xwepêşandan îro demjimêr 10:30ê tê lidarxistin.

Umêd Xoşnaw cihê xwepêşandanê nivîsandiye, got “Ev xwepêşandan dê li pêşiya baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Cadeya 100 Metrî were lidarxistin.”

Parêzgarê Hewlêrê wiha pê de çû, “Ji bo gihandina dengê mezlûman û riswakirina berpirsên vê tawanê xwepêşandaneke girseyî li dar dixin.

Destûr ji wan re hatiye dayîn û em dê piştgiriyê bidin wan û li gel wan bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Bochino jî piştî êrişan bû mêvanê Rûdawê û got:

“Li gorî min, Îran dixwaze bi rêya van êrişan li herêmê kaoseke ava bike, dixwaze vê kaosê bi taybetî jî li Îraqê ava bike.

Ev heman kar e ku bi rêya grûpên Şîe dikir. Suprîz ev e ku Îranê rasterast bi artêşa xwe êriş kir, ne bi rêya grûpên nêzîkî xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst