MÊRDÎN - Doza 5 kuştiyên Dihokî hat taloqkirin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Kuştin Dihok Doza Kuştiyên Dihokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mêrdînê, di doza 5 kesên Dihokî yên ku li ser rêya Nisebin-Mêrdînê hatibûn kuştin de biryara taloqkirina rûniştinê da.

Şeva 19ê Kanûna Paşîna 2023yan li parêzgeha Mêrdînê, li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Dihokê di êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin.

Sêyemîn rûniştina darizandina 5 tohmetbaran, îro li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat encamdan.

Dadgehê biryara bipaşxistina rûniştinê da û biryar e rûniştin careke din di 21ê Adara 2024an de bê kirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de tohmetbarên girtî Abdullah Kaplan û Faris Akseven, bi SEGBISê beşdarî rûniştê bûn.

Destgirtiya Abdullah Kaplan a ku li mala wê dima û çeka xwe li mala wê diveşart jî bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû.

Herwiha malbat û parêzerên kuştiyan beşdarî deneşînê bûn.

Dadgehê xwestibû ku 3 kesên piştî kuştinê li Dihokê hatine desteserkirin bênin Mêrdînê.

Her sê kes jî bi rêya SEBGÎSê beşdarî rûniştinê bûn.

Her sê gumanbaran diyar kir ku bi Akseven re dixebitin û di heman apartmanê de mane lê agahiya wan ji bûyerê nîne.

Dadgehê bi daxwaza sererastkirina kêmasiyên di dosyayê de, rûniştên taloqî 21ê Adarê kir.

Herwiha dadgehê, biryar da ku kesên di girtîgehê de têne darizandin girtî bimînin.

Çi bûbû?

Şeva 19ê Kanûna Paşîna 2023yan li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê de ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên ku wan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû li Dihokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Xalid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê.

Wahîde Heyder Casimê jî niyet bû li Amedê biçe ba doktor.

Ew bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê roja 23ê Kanûna Paşîna 2023yan gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê birin Dadgeha Mêrdînê.

Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê birin Dadweriya Sulhê ya Cezayê.

Piştî îfadeyan dadwer, derbarê Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst