Amerîkayê êrişa li Hewlêrê şermezar kir

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hewlêr Supaya Pasdaran Matthew Miller
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê êrişên Îranê yên li Hewlêrê bi tundî şermezar kirin û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.

Wezarêtê got “Em li dijî êrişên mûşekî yên bêperwa yên Îranê ne ku aramiya Îraqê têk didin.”

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê peyama Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller a ku êrişa Îranê ya li Hewlêrê şermezar dike belav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Amerîka di hewlên ji bo bicihanîna daxwazên gelê Îraqê de piştevaniya Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di peyama xwe de wiha got:

“Amerîka êrişa îro ya Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dike ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest daye re sersaxî dixwaze.

Em li dijî êrişên mûşekî yên bêperwa yên Îranê ne ku aramiya Îraqê têk didin.

Em di hewlên ji bo bicihanîna daxwazên gelê Îraqê de piştevaniya Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

“Ev êrişên dawî binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê ne”

Li aliyê din Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowskiyê êrişa Îranê şermezar kir û wiha got:

“Ez êrişên mûşekî yên kujer ên Îranê yên li Herêma Kurdistana Îraqê ku bi awayekî bêperwa û bêcudahî sivîl kirin armanc û êrişên dronî ên li ser Baregeha Asmanî ya Hewlêrê bi tundî şermezar dikim.

Ev êrişên dawî binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê ne. Em ji malbatên kesên mirine re sersaxiyê dixwazin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst