UNAMI: Di êrişa Îranê ya li Hewlêrê de sivîl bûne qurbanî

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan UNAMI Îran Hewlêr Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) got, “Em êrişa şeva borî ya Îranê ya li ser çend cihên Hewlêra Herêma Kurdistana Îraqê ku bû sedema qurbaniyên sivîl, bi tundî şermezar dikin.”

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

“Divê pirsgirêkên ewlehiyê bi diyalogê bên çareserkirin, ne bi êrişan”

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) derbarê êrişa Îranê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

“Em êrişa şeva borî ya Îranê ya li çend cihên Hewlêra Herêma Kurdistana Îraqê ku bû sedema qurbaniyên sivîl, bi tundî şermezar dikin.

Divê êrişên her aliyî yên ku serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê binpê dikin rawestin.

Divê pirsgirêkên ewlehiyê bi diyalogê bên çareserkirin, ne bi êrişan.”

Li aliyê din, êrişa Îranê ya li li Hewlêrê gelek karvedan li pey xwe anîn.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di daxuyaniya xwe de ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrişên Îranê sivîlên bêguneh hatine kuştin.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand ku ew dê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gilî bikin.

Herwiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo li ser van êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst