25ê mehê rojbûna wê bû lê êrişa Îranê nehişt Jîne bibe yek salî!

16-01-2024
Jîneya yek salî ji xirabeyên mala ku hatiye mûşekbaran mirî hat derxistin / Wêne: Rûdaw
Jîneya yek salî ji xirabeyên mala ku hatiye mûşekbaran mirî hat derxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balîstîk, mala karsazê Kurd Pêşrew Dîzayî kir armanc.

Di encama êrişê de Pêşrew Dîzayî û keça wî ya 1 salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Zaroka biçûk ji kavilên mala ku hatiye mûşekbaran mirî hat derxistin.

Herwiha di êrişê de hevjîna Dîzeyî ya bi navê Hana Cotyar û kurên wî yên bi navê Roj û Rawan û keçeke wî ya din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê.

Li gorî agahiyên malbata wan, rewşa hevjîna Pêşrew Dîzayî baş e lê kurekî wî li beşa nexweşiyên giran tedawî dibe.

Rûdawê xwe gihand wêneyên zarokên ku birîndar bûne.

Li aliyê din peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemerî ragihand ku di wê êrişê de karsazekî Xirîstiyan ê bi navê Kerem Mixayîl ê ku mêvanê Pêşrew Dîzayî bû hatiye kuştin.

Dolemerî herwiha diyar kir ku Rewan Pêşrew Dîzeyî,  Roj Pêşrew Dîzeyî, hevjîna Pêşrew Dîzayî Hana Cotyar û du karkerên malê yên Filipînî yên bi navê Allen û Mîke birîndar bûne.

Jîne nebû yek salî

Jîneya ku di vê êrişê de hat kuştin dê 25ê vê mehê bibûya yek salî lê êrişa Îranê nehişt ku Jîne mûmikên rojbûna xwe vemirînê û ew ji jiyanê bê par hişt.

Cibûrî: Eleqeya Dîzeyî bi siyasetê re nîne

Siyasetmendar Meşan Cibûrî têkildarî îdiayên Îranê yên li ser Pêşrew Dîzeyî got:

“Ez li ber Xwedê û gelê xwe şahidiyê dikim ku ev 20 sal in ez nemir Pêşrew Dîzeyî nas dikim û ti eleqeya wî bi siyasetê û xebatên pêşxistina mal û milkên Mosadê re nîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst