Lorîn bêyî haya bavê xwe 2 sal in dersa Kurdî hilbijartiye

Amed (Rûdaw) - Li Amedê keçika malbatek Bêşebaba Şirnexê bêyî ku haya bavê wê jê hebe du sal in dersa Kurdî hildibijêre. Bavê wê Hakan dibeje “piştî min dît keçika min Lorîn rojnivîska bi Kurdî dinivîse ez jê agahdar bûm ku keçika min dersa Kurdî dibine.” Her waha dibêje “ez ji vê yekê gelek kêfxweş bûm.”

Malbat bi salan e li Amedê dijîn û 4 zarokên malbatê hene. Lorîn diçe pola 6an û keçika biçûk Rojava jî diçe pola 4an. Rojava jî wek xwîşka xwe Lorîn dê îsal dersa Kurdî hilbijêre û sala bê dê bibe xwendekara zimanê Kurdî. Dê û bavê Lorîn û Rojava bang li malbatan dikin ku di nav mal de bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin û ji wan re dersa Kurdî hilbijêrin.

Li Amedê li maleke malbateke Kurd a Şirnexî kelecana dersa hilbijarî tê jiyîn. Xwendekara pola şeşan Lorîn bi bavê xwe re bo waneya hilbijartî forma serlêdanê tije dikin. Biçûka malê Rojava jî bi baldarî temaşeyî xwîşka xwe û bavê xwe dike.

Hakan Uren û Nûray Uren xwedî çar zarokan e û her çar zarokên wan  jî her bi Kurdî diaxivin. Lorîn îsal du sal in li dibistana Alî Kuşçû ya Amedê waneya Kurdî hildibijêre, Rojava jî diçe pola çaran ew jî dê îsal wek xwîşka xwe dersa Kurmancî hilbijêre û sala bê di pola pêncan de dê bibe xwendekara zimanê Kurdî.

Xwendekar Lorîn Uren dibêje “Kurdbûn tene ne bes e, divê em bixwînin, binivîsin, em bifikirin. Ez dibêjim hevalên xwe ji xwe re dersa Kurdî bigrin. Ewilî min Tirkî dinivîsî, dema dersa me ya kurmancî çêbû min zanî bi Kurdî binvîsim û paşê min rojnivîska xwe Kurdî nivîsî.”

Xwendekar Rojava Uren got “Kurdî zimanê me ye, Kurdî xweş e.”

Dê û bavê Lorîn û Rojava ji bo zindîmayîna Kurdî bale dikişinin ser axaftina bi zimanê zikmakî ya di nav mal de.

Hakan Uren bavê Lorîn û Rojava anî ziman “Lorînê vê tiştê bi biryara xwe sitendîye. Wê bi biryara xwe vê derse ji xwe re girtiye. Ez bêhtir pê geş bûm, pê kêfxweş bûm.”

Nûray Uren dayîka Lorîn û Rojava diyar kir “Ez li vir gazî hemû dayîk û bavikan dikim, di nav mal de bi zarokên xwe re Kurdî bipeyîvin. Zimanê Kurdî zimanê jidayîkbûnê ye. Rabûna wan, rûniştina wan, xwarina wan hemû tiştên wan divê meriv bi Kurdî bi wan re xeber bide. Li mekteban jî dersa Kurdî derketiye em pê pir kêfxweş bûne. Zarokên me dersa Kurdî dibînin zimanê me bi xwe ye. Herkesek bira ji zarokên xwe dersa Kurdî hilînin.”

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê dema serlêdana waneya hilbijarî ya ku yê di 20 mehê de bi dawî biba heta 10ê Sibatê dirêjkirin. Niha li gel kampanyaya ku dewam dike hêvî ew e ku di rojên mayî de serlêdan zêde bibin û hejmara xwendekarên ku Kurmancî û Zazakî hilbijêrin li gor par bi rêjeyek berbiçev îsal zêdetir bibe.