Rûniştina doza Malbata Şenyaşar sibê tê birêvebirin

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina yekemîn a doza malbata Şenyaşar dê sibê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê birêve biçe û Emine Şenyaşar banga beşdarbûna dozê dike.

Baroya Rihayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku roja Sêşemê 17ê Çileyê 2023an rûniştina yekemîn a doza malbata Şenyaşar a bûyera li nexweşxaneyê dê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê kirin. Baroyê bang li saziyên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî kir ku piştgiriyê bidin malbatê.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar 679 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne. Emine Şenyaşar banga beşdarbûna dozê kir û got: “Heta niha kesên li me xwedî derketine bila bên dadgehê jî piştgiriya xwe pêşan bidin. Eger piştgiriyeke bihêz hebe dibe dadgeh biryareke dadmend bide û kurê min jî bê azadkirin. Hêviya min bi hatina we ve girêdayî ye.”

Di vê dozê de derbarê 19 bersûcan de bi tawanê kuştina Haci Esvet û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar cezayê girtîgehê tê xwestin û tê çaverêkirin ew dosya û dosyeya êrîşa li cihê kar bibin yek dosya. Doza malbata Şenyaşar wek du bûyerên cûda, bûyera li dikanê û bûyera li nexweşxaneyê ji hev hatibûn cudakirin.

Doza derbarê bûyera dikanê de ku kurê malbata Şenyaşar û birayê Parlamenterê AKPê Halîl Îbrahîm Yildiz, Mehmetşah Yildiz hatibûn kuştin, bi hinceta ewlekariyê bo Meletiyê hatibû veguhestin. Di doza bûyera nexweşxaneyê de jî ku Mehmet Şenyaşar birîndar bûbû di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de 34 kes tespît kiribûn lê Serdozgeriyê 14ê Cotmeha 2022an derbarê 19 kesan de biryar da ku neyên şopandin.

Li gor îddîayan di encama lêkolîna li nexweşxaneyê de; li ser tupê oksijenê yê ku di kuştina hevjînê Emine Şenyaşar de hatiye bikaranîn de şopên DNA ya 19 kesan nehatiye dîtin û di kamerayên nexweşxaneyê de jî ev kes xûya nakin.

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û hîmayeyên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emine Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emine Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst