Çîroka Mihemedê penaber di navbera du paytextan de: Mirina li xerîbiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokê Filistînî Mihemed Bîlal Ebdulmecîd ê 8 salî ku ev demeke li Enqereyê tedawî dibû, têkoşîna xwe ya bênavber a li dijî nexweşiya losemiyê winda kir. Mihemedê biçûk ku wek zarokê malbateke penaber çavên xwe li Hewlêra paytext vekirin, li paytextek din a Enqereyê bi axê ve hat spartin.

Muhammed Bîlal Ebdulmecîd di 28ê Nîsana 2014an de wek duyemîn zarokê Bîlal û Xenwa ku bi eslê xwe ji Filistînê ne, li Hewlêra paytext ji dayik bû. Kalê wî ji ber şerê navbera Filistîn û Îsraîlê ji Ramallahê koçî Sûriyê kiribû.

Bavê wî Bîlal Ebdulmecîd di sala 2013an de ji ber şerê navxweyî yê ku li Sûriyê derketibû, neçar ma tevî hevjîn û keça xwe ya biçûk Sîdra koçî Herêma Kurdistanê bike.

Muhammed ku bavê wî di şirketeke taybet a reklamê de dixebite, bi zîrektî û jêhatiya xwe ya bilind dest bi xwendina li Koleja Taybet a Kanadayî ya li Hewlêrê kir. Di dibistana seretayî de xwendekarê pola sêyemîn bû.

Teşxîskirina nexweşiyê

Mihemedê biçûk roja Înê 08.07.2022 di yekem roja Cejna Qurbanê de ji ber werimîna stûyê xwe nexweş ket. Muhammed birin cem doktor û gumana nexweşiya penceşêrê hebû.

Ew li nexweşxaneya taybet a Nexweşiya Penceşêrê ya Nanekelî ya Hewlêrê ku ji aliyê karsazê xêrxwaz Ehmed Îsmaîl Nanekelî ve û bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû vekirin, hat razandin û dermankirina wî dest pê kir. Di lêkolînên ku li vir hatin kirin de, nexweşiya Leukemiya Lîmfoblastîk a Akût (ALL) pê re hat dîtin. Lê belê ji bo ku Mihemed xilas bibe, neçar ma ku emeliyata neqla mêjûya hestî bike.

Nexweşiya losemiyê eger zû were teşhîskirin nexweşên wê dikarin bên tedawîkirin, lê li seranserê Herêma Kurdistanê û Iraqê heta niha jî tedawiya losemiyê tune. Lêbelê, teşhîs dikare were kirin û tedawiya derman dikare were sepandin da ku pêşî li pêşkeftina nexweşiyê bigire.

Lêgerînên malbatê

Malbata Muhammed pêşî li welatên Kendavê û Ereban dest bi lêkolîna îmkanên dermankirinê kirin. Lê belê lêçûna zêde ya lêçûnên dermankirinê li welatên wekî Urdun û Qeterê ji budçeya malbatê zêdetir bû. Malbata wî îhtîmala dermankirinê li Nexweşxaneya Zanîngeha Ege ya Taybet a li Îzmîrê û Nexweşxaneya Lösante ya li Enqereyê ya li Tirkiyeyê lêkolîn kir. Her du nexweşxaneyan diyar kirin ku li gorî raporên wî nexweş dikare bên dermankirin, lê ev dikare bi lêçûnek taybet were kirin.

Malbata ku hêviyên xwe qut nekirin, weke îro ji bo gelek zarokên ku nexweşiyên wan giran in jî hewl didin dengê xwe li ser medyaya civakî bidin bihîstin. Banga malbatê ji aliyê Parlamenterê berê yê Amedê yê AKPê Abdurrahman Kurt ve hat bihîstin.

Bi hewldana Kurt, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê razî bû ku lêçûnên dermankirina Mihemed bigire. Di serê meha Mijdarê de malbat çûn Enqereyê û Muhammed rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Enqereyê.

“Muhammed çû bihuştê”

Lêbelê, piştî nêzîkê du meh û nîvan ji dermankirina li Enqerê, Mihemed roja Înê, 13ê Çileya 2023, jiyana xwe ji dest da. Bavê wî Bîlal Ebdulmecîd wê sibehê ji malbat û hezkiriyên wî re peyamek kurt şand; “Muhammed çû bihuştê!”

Bîlal Ebdulmecîd ji Rûdawê re got, di heyama 5 mehan de di navbera Tîrmeh û Mijdarê de nexweşiya Mihemed hinekî pêşketibû û lenfoblastên ku di mejiyê hestî de zêde bû, derbasî xwînê û organên din bûne.

Bîlal Abdulmecîd, diyar kir ku hemû derfet li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Enqereyê seferber bûne, û tiştekî ku ji kurê wî bikin nemaye.

Li Hewlêrê jidayik bû, li Enqerê hat veşartin

Bi razîbûna malbata wî Mihemedê biçûk li Mamakê bi axê ve hat spartin. Malbata wî yekem car bê Mihemed vegeriyan Hewlêrê.

Li Konsolosxaneya Hewlêrê ya Filistînê ji bo Mihemmed Bîlal Ebdulmecîd ê ku welatê xwe qet nedîtiye û li paytextekî ji dayik bûye û li paytexta din wefat kiriye, sersaxî hat dayîn.

Bav Bîlal Ebdulmecîd go “Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Enqereyê em pir baş hatin pêşwazîkirin. Bijîjk û hemû xebatkarên nexweşxaneyê di vê demê de baş li wan miqate bûn û çi ji destê wan hat kirin. Mihemed weke li Nexweşxaneya Nanekeliyê, ji aliyê bijîjk û xebatkarên wê derê ve jî dihat hezkirin. Eleqeya pêwîst danê. Lê di qedera mirov de çi heve, wê dijî. Lê ez wek bavê wî spasiya hemû kesên ku piştgirî dan,  birêz Abdurrahman Kurt û Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê dikim.”

Muhammed Bîlal Ebdulmecîd li vê erdnîgariya ku niha penaber weke nasnameya duyemîn tê dîtin û ji şer û koçberiyê westiyaye, li dijî nexweşiyeke xedar a dûrî welatê xwe têkoşiya. Tiştê ku ji Mihemedê biçûk mabû, wêneyên wî yên bi nîşana serkeftina li hember nexweşiyê û çavên wî yên hêvîdar ên ku di dil û bîranînên kesên ku ew nas dikirin de hiştin.

Bav Abdulmecîd anî ziman ku kurê wî heta kêliya dawî moralê xwe winda nekir û hewl da li jiyanê bimîne.

Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nazmî Hezûrî jî got “Me Muhammedê biçûk bi reftarên xwe yên jîr û gihîştî, dostane ku ji temenê xwe mezintir e nas kir. Malbata wî qebûl kir ku zarokên wan li Enqereyê bên definkirin. Lê ez hêvî dikim ku rojekê ew ê bigihîje  welatê xwe yê azad. Helbet ew mirovekî pak bû, niha jî çivîkek bihuştê ye.”