Zimanzan û hunermendên Kurd ji bo dersa Kurdî bang li malbatan dikin

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî yên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê jî piştevaniya xwe bi peyam nîşan didin.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 10ê Sibata 2023yan dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

Hejmareke zimanzan, lêkoler û  hunermendên Kurd bi peyamên xwe piştevaniyê li hilbijartina dersa Kurdî kirin.

Konê Reş: Ez piştevaniya kampanyayên dersa bijarte dikim

Nivîskar û zimanzanê Rojavayê Kurdistanê Konê Reş bi sala ye, mohra xwe li bin gelek pirtûk, lêkolîn û gotaran daye. Kedkarekî zimanê dayikê ye. Ew jî bi rêya Rûdawê radigihîne ku piştevaniya kampanyayên hilbijartina Dersa Bijarte li Bakurê Kurdistanê dike.

Kone Reşdibêje, Kurd bi saya zimanê xwe mane û divê xelk zimanê xwe biparêze, ji ber ku ziman hebûna Kurdan e.

Deham Ebdulfetah: Şerme ku Kurd zimanê xwe nizanibin

Zimanzanê Kurdê Rojavayê Kurdistanê mamoste Deham Fetah bi sala ye xizmeta zimanê Kurdî dike û , Kurdan sûdeke zêde ji karûbarê wî dibînin wî jî piştevaniya xwe ji bo kampanya dersa bijarte nîşan da.

Deham Ebdulfetah bi rêya peyamekê destê xwe ji bo dersa Kurdî bilind kiriye û ji xelkê Bakurê Kurdistanê dixwaze ku vê derfetê ji dest nedin û zarokên xwe bişînin dersa kurdî.

 

Beha Şêxo: Bila zarok zimanê dayikê hilbijêrin

Hunermend Beha Şêxo, birayê hunermendê nemir Mihemed Şêxo jî ji Rojavayê Kurdistanê piştgiriya kampanya dersa bijarde ya kurdî dike.

Beha Şêxo bang li malbatên Kurd dike ku zarokên wan zimanê dayikê hilbijêrin, çi zaravek be ne pirsgirêke, lê ya girîng ew e ku zimanê dayikê bê xwendin.

Tahir Agûr: Bila zarokên Kurdan Zimanê Kurdî hilbijêrin

Lêkolerê Edebiyata Kurdî Tahir Agûr ji Rojhelatê Kurdistanê bi rêya peyamekê ragihand ku ew bang li malbatên Kurd ên xelkê Bakurê Kurdistanê dike ku zimanê Kurdî di dersa bijarte de hilbijêrin.

Tahir Agûr herwiha dibêje tevî ku mafekî kêm e û divê perwerde hemû bi zimanê dayikê be jî, lê derfeteke baş e û bila zarok hemû zimanê Kurdî hilbijêrin.

Tahir Agûr: Bila hemû zarokên Kurdan zimanê #Kurdî hilbijêrin

Lêkolerê Edebiyata Kurdî Tahir Agûr ji Rojhelatê Kurdistanê dibêje tevî ku mafekî kêm e, lê bila zarok hemû zimanê Kurdî hilbijêrin. #DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/xpZ0wTBcSs

 

 

Welat Qadirî: Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistnê di metirsiyê de ye

Serokê Saziya Kurdşopê Welat Qadirî jî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, di peyamekê de dibêje, şerefmendî û şanaziyeke mezin e ku mirov nehêle nasnameya ku zimanê wî ye, tune bibe.

Welat Qadirî herwiha got ku  zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, di bin metirsiyeke mezin de ye û ew weke Kurdşopê daxwaz dikin ku piştevaniya kampanya xwendina zimanê Kurdî bikin û bila zarok bi Kurdî bixwînin, biaxivin û bi Kurdî bijîn.

Welat Qadirî: Zimanê #Kurdî li Bakurê #Kurdistn`ê di metirsiyê de ye
Serokê Saziya KURDŞOPê Welat Qadirî jî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye dibêje bila zarok bi Kurdî bixwînin, biaxivin û bi Kurdî bijîn. #DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/j2WUb1GclB

 

 

 

Rojda: Nabe Kurd vê derfetê ji dest bidin

Hunermenda dengxweş Rojda jî bi rêya Rûdawê daxwazê ji Kurdan dike ku vê derfetê ji dest nedin û zarokên xwe bişînin dersa Kurdî.

Rojda balê dikşîne ser wê yekê jî ku êdî li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyê axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe û ji bo vê jî dersa bijardeyî girîng e.

Serdar Canan: Bila dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

Hunermend Serdar Canan jî daxwaz dike ku dê û bavan di dersa bijarte de zimanê Kurdî çi kurmancî çi jî Zazakî be hilbijêrin ji ber ku ji bo siberoja wan gelekî girîng e.

Serdar Canan herwiha daxwaz dike ku dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.

Hunermend Serdar Canan: Bila dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

Serdar Canan daxwazê ji dê û bavên Kurd die ku di dersa bijarte de çi kurmancî çi jî Zazakî be.#DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/leEgt0uMuj

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst