YRK: 3 gerîlayên me canê xwe ji dest dan

16-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku di 29ê Cotmeha 2022yan de li çiyayê Asosê 3 gerîlayên wan li Çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dabe.

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, duh nasnameya 3 gerîlayên xwe eşkere kir ku li Çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya YRKê nasnameya kesên cane xwe ji dest dane wiha me wisa ye:

Mihemed Akbaba (1981) yê bi nasnavê “Dilovan Cîlo” xelkê Meletîiyê ye û sala 2015an tevlî rêxistinê bûye û 29ê Cotmeha 2022yan li çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.

Binyamîn Aksû bi nasnavê “Bager Bismil” xelkê navçeya Bismila girêdayi Amedê ye û 2013yan tevlî rêxistinê bûye û 29ê Cotmeha 2022yan li çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.

Hadî Rehmanî yê bi nasnavê “Hogir Delîl” ji dayikbûyê gundê Sebedlo yê Bane li Rojhilatê Kurdistanê ye, 2017an tevlî rêxistinê bûye û 29ê Cotmeha 2022yan li çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.

YRKê ragihandiye bû ku dronên Tirkiyê roja 29ê Cotmeha 2022an Çiyayê Asosê bombebaran kiribûn û ew gerîlayê wan di wê êrîşê de canê xwe ji dest daye.

Bi hinceta hebûna baregehên PKKê, gelek caran firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê Çiyayê Asos li devera Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran dikin.

PJAK baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 2003an piştî guhertinên di nava PKKê de hatiye avakirin. PJAK xwe wek partiyeke Rojhilatê Kurdistanê dibîne, û di çarçoveya hizr û îdeolojiya PKKê û rêberê wê Abdullah Ocalan tevdigere. PJAK jî weke PKKê hebûna dewleta netewî red dike û li ser paradîgmaya PKKê ya Neteweya Demokratîk siyasetê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst