Biryara derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de hat ragirtin

Nasir Elî - Yûsif Mûsa

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser raspardina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, biryara wergirtina 35 dolar bo pişkinîna Coronayê ji wan kesên ku bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûr derbasî Başûrê Kurdistanê dibin hat ragirtin. Li gor zanyariyan dê mekanîzmayeke nû bê danîn.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo ji Rûdawê re ragihand, ragihand ku mekanîzmayeke nû dê bê danîn ji bo ji wan kesên ku li wî derî hatinûçûna zêde dikin, pişkinînê nekin û ew pişka pere (35 dolar) nedin.

Li ser raspardina Serokwezîr

Serpereştyarê Rêveberiya Zaxo Guhdar Şêxo ragihand, li ser raspardina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara wergirtina 35 dolar ji bo pişkinîna Coronayê ji wan kesên bir rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, hat ragirtin ku ev du roj bû ketibû warê cîbicîkirinê.

Li gor biryara dawîn a Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, karta vaksînê hebe an nebe, kesên bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn, pêwîst bû testa Coronayê bikin û li beramber jî 35 dolar bo wê pişkinînê bê wergirtin.

Mekanîzmayeke nû

Li aliyê din Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Îdareya Serbixwe ya Zaxo Dr. Şakir Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, “Em dê li gel Serpereştyarê Îdareya Zaxo bicivin û biryar e mekanîzmayeke nû bê danîn bo wan kesên bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.”

Pêşniyaza Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Îdareya Serbixwe ya Zaxo ew e ku “Kesên gelek zêde derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibin, em li Zaxo bêberamber pişkinîn bo bikin û dikarin di nava 72 demjimêran de biçin û vegerin û li derî pişkinîn bo wan neyê kirin. Lê ew ên ji 3 rojan zêdetir bimînin, ew divê pişkinîn bikin. Ev pêşniyaza me ye.”

Biryarê karvedan li pey xwe anîbûn

Ji destpêka belavbûna vîrusa Coronayê li Herêma Kurdistanê, wek hemû deriyên din, li deriyê Îbrahîm Xelîl jî pişkinîna bo Coronayê hat danîn û li beramber 35 dolar pişkinîn bo her kesê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe dihat kirin. Lê nêzikî salekê bû, Wezareta Tendirustiyê biryar dabû ku bo wan kesên du doz vaksîna Coronayê wergirtine û karta wan a vaksînê heye, testa Coronayê neyê kirin. Lê du roj berî niha careke din biryar hatibû dayîn, ji bo her kesê bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbas dibe, testa Coronayê bê kirin ku li beramber 35 dolar dihatin wergirtin û vê biryarê jî karvedaneke zêde li pey xwe anîbû.

Rêveberê Asayişa Deriyên Sînorî yê Herêma Kurdistanê Ebdulwehab Mihemed, şeva derbasbûyî ji Rûdawê re ragihandibû, “Em dê wî pereyê (35 dolar) ku di heyama 2 rojên derbasbûyî de bo testa Coronayê hatine wergirtin li wan kesan vegerînin eger karta vaksînê hebe.”