Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Dareşekranê ya li Herêma Kurdistanê malbateke ji Rojavayê Kurdistanê çar zarokên wan bi nexweşiya felca mêjî ketine. Malbat ji ber hejariyê di rewşeke kambax de dijî û ji bo alîkariyê bang li rayedaran dikin.
Çend sal e ev malbat girêdayî xwedîkirina 4 nexweşan e. Yazî xwedî 6 zarokan e û 4 ji wan nexwşên felca mejî ne. Suad 27 salî, Rûdar 22 salî, Hemdiya 19 salî û Lemîs jî 13 salî ye. Nexweşiya her 4an bi hev re bar û xemên vê dayikê girantir kiriye.
Dayika nexweşan Yazî Hesen Qaso dibêje “Bi xwedê rojê 30-40 hezar jî têrî wan nake, wek mînak şevekê ez fêkî, goşt bidim wan. Ji 2-3 rojan potên zarokan ji wan re bînim, sibê potek, êvarê potek li wan bikim, bêhn ji wan nê. Ji ber ku tuneye ez nikarim pot li wan bikim û ez dibêjim hema çêtir e livînên me edem bikin.”
Di nav xelkê de cuda têne dîtin, lewma piraniya demên xwe di nava malê de derbas dikin. Bavê wan yê 55 salî kasibkar e û her li malê nayê dîtin ji bo dabînkirina pariyê jiyanê ji wan re.
Yazî Hesen Qaso got jî “Bavê wan nikare. Keçikên min yên din herdu jî zarok in. Rewşa madî jî tuneye ku ez wan têkim cihem xweştir, wan têr bi xwarin bikim, têr cilan li wan bikim. Em feqîr in. Gava kesek dimre, mehek du meh şûnde tên jibîrkirin, lê ew mirina her roj e li ber çavên min. Di feqîr û fuqaratiyê de ne. Ne têr in, ne bi cil in. Zarokên wek van çima fêkî nexwin, çima goşt nexwin, çima pêxwas bin? Ma ev jî ne mirin e? Ka em çewa bikin.”
Ev malbat 8 sal e ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûye. Lê ta niha ewan nekariye li ser piyên xwe rawestin, ji ber giraniya barê li ser mile wan, bi taybet her ku diçe û barê van zarokan li gel mezinbûna wan girantir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse