Cenazeyên Zerdeşt Şingalî û 3 şervanên YBŞê li çiyayê Şingalê tên veşartin

Şingal (Rûdaw) – Di merasimekê de bi amadebûna xelkê navçeyê û fermande û berpirsên Yekîneyên Berxwedana Şingalê, cenazeyên Zerdeşt Şingalî û 3 şervanên din ên YBŞê ku di bombebarana duh a Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn, îro li Komelgeha Dûgirê tên veşartin.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, îro Pêncşemê 16ê Çileya 2020 di merasimekê de termên Zerdeşt Şingalî û 3 şervanên din ên YBŞê li Çiyayê Şingalê bi axê tên spartin, ku duh di êrîşeke balafirên Tirkiyê bo ser baregeheke YBŞê de canê xwe ji dest dabûn.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, hejmareke zêde ya xelkê li Duriyana Dugirê pêşwazî li cenazerê Zerdeşt Şingalî û şervanên din ên YBŞê kirin, ku biryar e li goristana Şehîdan li Çiyayê Şingalê bêne veşartin.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) îro di daxuyaniyekê de nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di êrîşa duh a firokeyên Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn, aşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê ragihand , ku di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê de bo ser nehyeya Sinûnê ya ser bi qezaya Şingalê ve, fermandarek û 3 şervanên wan, bi giştî 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê, “di encama êrîşa duh de, Fermandarê YBŞê Zerdeşt Şingalî (Nizar Bapîr Murad) û birayekî wî yê bi navê Şervan Cîlo (Eymen Bapîr Murad), tevî herdu şervanên bi navê Hemîd Şingalî (Hemîd Xelîl Qasim) û Êzidîn Şingalî (Elî Hisên Xidir) canê xwe ji dest dane.”