Hewlêr (Rûdaw) - Bûk û zava yên Kurd li nav zarokên xwedî pêwîstiyên taybet daweta xwe kirin û biryar dan, ku xweştirîn demên jiyana xwe di nawa wan zarokan de dest pê bikin.
Keç û kurekî Merîwanê zarokên xwedî pêwîstiyên taybet dilxweş kirin û ahenga hevjîniyê li dibistana wan zarokan lidar xist.
Cuda ji ahengên din ên hevjîniyê, du gencên Kurd ên ji bajarê Merîwanê yê li Rojhilatê Kurdistanê, ahenga xwe ya hevjîniyê li dibistaneke zarokên xwedî pêdviyên taybet lidar xistin.
Ji ber ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet gelek caran jiber meseleyên girêdayî nerît û civakê, naçin şahî û govendan û ji wan demên keyfxweşiyê bêpar dimînin, bûk û zavayê Merîwanî biryar dank u daweya xwe di nava wan zarokan de bikin.
Di wê ahengê de, her tişt bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet hatibû rêxistin, sitran û pêşbirkê jî hatibûn sazkirin. wan jî cilên ciwantirîn cil li xwe kiribûn. dilê wan gelek xweş bû.
Zava, Umer Butîmar derbarê sedema vê biryara xwe û bûkê de ragihand: “Ji ber ku di civakê de ew zarok wek zarokên kêm endam an seqet tê dîtin, beşeke paşguhxistî ji civakê ne û xelk wek zarokên normal reftarê li gel wan nake û di gelek bone û merasim û şahî û dilxweşiyên me de beşdar nabin. Me jî xwest ku em wan zarokan beşdar bikin di kêfxweşiya xwe de û me ev merasim lidar xist.”
Di wê dibistanê de, zarok di qonaxên cuda yên xwandinê yên wek, dibistanên berî bingehîn, bingehîn û qonaxa fêrkirina pîşeyî de dixwînin.
Umer Butîmar herwiha dibêje, cudahiya merasima daweya me li gel merasimên din ev e, ku me ji bo dilxweşkirina wan zarokan daweta xwe anî vir.
Di ahenga daweta wan du gencên Merîwanî de, hin çalakî û kêbirkê jî ji zarokan re hatibûn rêkxistin, daku demeke xweş derbas bikin.
Zarokên dibistanê keyfxweşiya xwe tînin ziman û di daweta wan herdu gencan de girtin govendê. Zarokek dibêje: “Em gelek keyfxweş in, me dîlan kir û me girte govendê, gelek xweş bû.”
Li gor amara sala bihorî ya Wezareta Perwerdehiya Îranê, li wî welatî bi kêmanî 150 hezar xwandekarên xwedî pêdiviyên taybet hene.
Wan zarokan di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek kêşe û arîşeyan tên. Rêveberiya Perwerdeya Sineyê jî bi rêyên cuda dixwaze, wan zarokan ferî warekî taybet bike, daku ji bo paşeroja xwe bibin xwediyê pispoiyekê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse