YBŞê piştrast kir; Zerdeşt Şingalî tevî birayekî xwe û 2 şervanên din jiyana xwe ji dest dane

16-01-2020
RÛDAW
Nîşan Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Şingal Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekînetên Berxwedana Şingalê (YBŞ) nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di êrîşa duh a balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn, aşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê de bo ser nahiyeya Sinûnê ya ser bi qezaya Şingalê ve, fermandarek û 3 şervanên wan, bi giştî 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê, artêşa Tirkiyê duh Çarşemê 15ê Çileya 2020 bi balafirên bêpîlot êrîşî Komelgeha Dûgirê ya ser bi nahiyeya Sinûnê kiriye.

YBŞê diyar kiriye, tevî ku ew li Iraqê hêzeke fermî ne, “lê belê hikûmeta Iraqê ji bo encamdana êrîşa li dijî wan alîkariya Tirkiyê kiriye.”

Fermandariya Giştî ya YBŞê herwiha ragihandiye, “pêwîst e hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê li beramber wan core êrîşan bêdeng nebin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Li gor daxuyaniyê, “di encama êrîşa doh de, Fermandarê YBŞê Zerdeşt Şingalî (navê resen Nezar Bapîr Murad) û birayekî wî yê bi navê Şervan Cîlo (navê resen Eymen Bapîr Murad), tevî herdu şervanên bi navê Hemîd Şingalî (navê resen Hemîd Xelîl Qasim) û Êzidîn Şingalî (navê resen Elî Hisên Xidir) jiyana xwe ji dest dane.”

Doh Çarşemê balafirên şer ên Tirkiyê, Komelgeha Dûgirê ya li sînorê qezaya Şingalê bombebaran kiribûn.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê, Tehsîn Qasim jî ragihandibû,“balafirên Tirkiyê otomobîleke YBŞê li Komelgeha Dûgirê ya li Nahiyeya Sinûnê kirine armanc û otomobîl bi temamî şewitiye, lê belê heta niha hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.”

Peyamnêrê Rûdawê herwiha diyar kiribû, “tê gotin di bombebarana îro de Fermandarê Giştî yê YBŞê Zerdeşt Şingalî hatiye kuştin.”

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqê jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “otomobîleke YBŞ li sînorê bakurê Neynewayê hatiye bombarankirin û di encamê de 5 endamên YBŞê hatine kuştin.”

Yekîneyên Berxwedana Şingalê hêzeke nêzîkî PKKê ye ku piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê li wê navçeyê hat avakirin.

Êrîşa doh a li dijî YBŞê û bombebarankirina sînorê Şingalê, yekemîn êrîşa Tirkiyê ya bo ser wê navçeyî û wê hêzê di sala 2020an de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst