Li Çelê 2 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve, di dema teqekirina fêrbûna nîşanê ‎de, 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.‎

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, doh Çarşemê di binkeyeke leşkerî ya li qezaya Çelê ya Colemêrgê, 2 leşkerên Tirkiyê mirin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.‎

Li gor daxuyaniyê, bûyer di ‎dema teqekirina perwerdeya fêrbûna nîşanê de çêbûye.

Di bûyerê de 2 leşkerên bi navên Tolga Kaplan û Sait Miyanyedi ‎canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.‎

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ti agahiyên din û hûrgilî derbarê bûyerê de belav nekiriye.