Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve, di dema teqekirina fêrbûna nîşanê de, 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, doh Çarşemê di binkeyeke leşkerî ya li qezaya Çelê ya Colemêrgê, 2 leşkerên Tirkiyê mirin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyê, bûyer di dema teqekirina perwerdeya fêrbûna nîşanê de çêbûye.
Di bûyerê de 2 leşkerên bi navên Tolga Kaplan û Sait Miyanyedi canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ti agahiyên din û hûrgilî derbarê bûyerê de belav nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse